1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Waşokanî dest bi weşanê kir
Waşokanî dest bi weşanê kir,waşokanî,dest,bi,weşanê,kir

Waşokanî dest bi weşanê kir

A+ A-

ASYA ÎSMAÎL-SOZDAR XELÎL

SERÊKANIYÊ – Raydyoya Waşokanî ya bajarê Serêkaniyê piştî weşana testê ya 2 mehan, dest bi weşana xwe ya asayî kir.

Raydyoya Waşokanî duh meh beriya niha bi drûşmeya “Dengê Waşokanî deng û rengê we ye” dest bi weşana testê kiribû. Radyoyê piştî temamkirina amadekariyan di 24’ê Adarê de weşana xwe ya asayî da destpêkirin.

Raydo li ser pêlên 89.7 weşanê dike û li qadake 50 kîlometre ku ji bilî Serêkaniyê bajarên Til Temir û Dirbêsiyê jî digire nava xwe, dikare bê guhdarkirin.

Weşana radyoyê bi zimanê kurdî û erebî tê kirin û serê sibehê ji saet 07.00’an heta saet 00.00’an dom dike.

Di radyoyê de saet di 12.00’an û 19.00’an de, ango rojê 2 caran nûçeyên bi kurdî û erebî tên dayîn her wiha bernameyên wekî, “jin, civak û perwerde, tenduristî, siyasî, ciwanên rojê, dengê helbestê, huner, navdêrên kurd, têkoşerên azadiyê û muzîk” jî tên amadekirin.

Xebatên radyoyê ji aliyê 5 kesan ku 3 ji wan jin û 2 jî xortin ve tên meşandin.

Rêveberê radyoyê Delîl Remedan diyar kir ku ew dixwazin bibin dengê şoreşa Rojavayê Kurdistanê û wiha got: “Em hewl didin di demên pêş de bikaribin bidengê pêkhateyên suryanî û asûr jî di radyoya xwe de weşanê bikin.”

(aq)

ANHA


Bêjeyên Miftehî