1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 'We çi li wan kir?'
'We çi li wan kir?',we,çi,li,wan,kir

'We çi li wan kir?'

A+ A-

Dayikên Şemiyê bi boneya kujer bên darizandin û winda bên dîtin dê 300'emîn çalakiya xwe ya heftane li Qada Galatasarayê pêkanîn. Dayikan bi hev re careke din jî bi tirk û kurdî bang kir û got: "We çi li wan kir? Vebêjin. Ji bo mirovahiyê ji bo wijdanê berpirsiyaran ne parêzin û darizînin"

Dayikên Şemiyê ku ev 15 sale li windahiyan digere di hefteya 300'em jî li Qada Galatasaray kom bûn. Dayikan di vê hefteyê de paçekî reş ê sembola şînê li erdê dirêj kir û wene û qurnefîl hilgirtin. Hevsera Hran Dînk Rakel Dînk, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, gundiyên ku li dîjî HES'a Geliyê Loçê têkoşîn dikin, BDP'yî, Derhêner Sirri Sureyya Onder, Prof. Bjk. Gencay Gursoy, Rojnamevan Necmiye Alpay, Karsaz Osman Kavala, endamê Meclîsa Aştiyê Hakan Tahmaz, Nivîskar Temel Demîrer, parêzer Fethiye Çetîn, Eren Keskîn, hunermend Zeynep Tanbay û bi sedan kes beşdarî çalakiyê bûn.

Axaftina vekirinê ji hêla dayîka Tolga Baykal Ceylanê ku di sala 2004'an de hatibû windakirin Kadriye Ceylan kir û çîroka windahiya zarokê xwe vegot. Ceylan, balkişan ser gotinên Serokwezîr ên "Tu sexsiyeta wan a tuzel tune ye" û bertek nîşanî daxuyaniyan Serokwezîr.

'Yên derbe kirîn bila bên darizandin'

Birayê Cemîl Kirbayir ku di dema derbeya 1980'an de winda bûbû Mîkaîl Kirbayir, bi bîrxist ku li ser windakirina birayê wî 30 sal bûye lê yên ku derber kirîn hêj nehatine darizandin. Kirbayir, wiha axivî: "Cejn derbaz dibin. Goristanek tune ye ku em gulekê jî dayînin. Em tolhildanê naxwazin dixwazin sûcdar ên darizandin. Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê bê avakirin." Keçe Huseyîn Taşkayayê ku beriya 18 salan li Sîweregê hatibû windahikirin Serpîl Taşkaya rondik rijandin û got ku dema bavê wê birîn ew hêj 7 salî bû, dewletê ew li warê wan derxistine. Hanim Tosun jî çîroka hevserê xwe Fehmî Tosun ku di sala 1995'an de hatibû binçavkirin û windakirin, bi kurdî axivî û got ku ew dê têkoşîna xwe heta dawiyê bimeşînin.

Yek xwendekarê lîseyê yek jî yê zanîngehê her du jî windakirin

Dayîka Abdurrahman Coşkunê ku di sala 1995'an de li Darahênê (Dargecid) ya Mêrdînê lîse dixwend û hatibû windakirin Hediye Coşkun jî çîroka kurê xwe vegot. Coşkun, wiha axivî: "Tu cih nema ku min serî lê neda dewlet divê goristana zarokê min ji min re bêje."Piştre jî birayê Xwendekarê Zanîngeha Marmarayê Îsmalîl Bahçecî ku beriya 16 salan hatibû binçavkirin û windakirin Umut Bahçecî helbestên birayê xwe xwend. Bahçecî xelatên ku birayê wî di pêşbaziyên karîkaturê de wergirtî nîşandan û wiha got, "Dewlet ji vê ronahiyê tirsiya û birayê min tune kir"

Çalakiya Dayikên Şemiyê bi xwendina daxûyaniya li ser windakirina Îsmaîl Bahçecî bi dawî bû.

DÎHA (ay/mae)


Bêjeyên Miftehî