1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Wekî şervanekî di berxwedana Rojava de cih girt!
Wekî şervanekî di berxwedana Rojava de cih girt!,wekî,şervanekî,di,berxwedana,rojava,de,cih,girt

Wekî şervanekî di berxwedana Rojava de cih girt!

A+ A-

MURAT ÇÎFTÇÎ / ÎBRAHÎM POLAT

URFA (DİHA) - Bav û birayê endamê YPG'ê Mazlum Çîçek (Serxwebun Doxan) peywirdarên emniyetê bûn û wiha wasiyet kiribû; "Her bihostek axa Kurdistanê welatê min e. Ez li ku derê şehîd bikevim, li wir min defin bikin." Li ser wasiyeta Çîçek, li herêram Cîbîlferec ya Kobanê hat definkirin. Ji bo Çîçek li gundê Mehsera Pirsûsa Rihayê konê sersaxiyê hat vekirin. Birayê Çîçek, Lamîh Çîçek anî ziman ku birayê wî tahlûkeya li hember gelê kurd dît û xwest wekî şervanekî di berxwedana Rojava de cih bigire.

Mazlum Çîçek (Serxwebûn Doxan) ji bo parastina Rojava tevli YPG'ê bû û di 6'ê tîrmeha 2014'an de li herêma Cîbîlferec ya Kobanê di pevçûna bi çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Jiyana Çîçek wekî trajedî û evîna azadiyê ya gelê kurd e. Li ser wasiyetê Çîçek li herêma Cîbîlferec ya Kobanê hat definkirin û ji bo Çîçek li gundê Mehsera Pirsûsa Rihayê konê sersaxiyê hat vekirin. Bav û birayê Çîçek di emniyetê de dixebitin û di tora medyaya civakî de vîdeoyên balkêş yên Çîçek hene. Hevalekî wî YPG'î ku beriya wî jiyana xwe ji dest da, stran dibêje û ew jî tembûrê dixe û hevalê xwe bi bîr tîne.

'Li ser axa ku ji bo wê şer dikir, hat definkirin'

Dema ji bo biaxive mikrofonê dirêjî dayika Çîçek, Emîne Çîçek dikin, li hember hişyariya 'negirî' wiha got: "Ez nagirîm. Kurê min ji bo axa xwe, ji bo gelê xwe jiyana xwe ji dest da." Dayik Çîçek bi bîrxist ku li ser wasiyeta kurê xwe li Kobanê defin kirine û anî ziman ku di zarokatiya xwe de pir girîngî dida hevaltiyê, kincên xwe û pereyê xwe bi hevalên xwe yên dibistanê re parve dikir. Çîçek wiha axivî: "Kurê min li ser axa ku ji bo wê şer dikir, hat definkirin. Mazlum tenê şehîdê min nîne, şehîdê hemû Kurdistanê ye." Çîçek got divê hemû kes li hember çeteyên DAIŞ'ê piştgiriyê bidin YPG'ê.

Birayê Mazlum Çîçek, Lamîh Çîçek anî ziman ku ew jî wekî ciwanên kurd kesekî polîtîk bû, pir meraq dikir û lêkolîn dikir û wiha axivî: "Li gorî temenê wî, her tim îdeal û armancên wî mezin bûn. Perwerdehiya muzîkê dîtibe û gelekî xwe pêşxistibû. Planên çeteyên DAIŞ'ê ya di şexsê Rojava de tunekirina kurdan didît."

'Xwest wekî şervanekî di berxwedana Rojava de cih bigire'

Lamîh Çîçek destnîşan kir ku li cîhanê tu gel bi qasî kurdan rastî neheqiyê nehatiye, bê nasname û bê ziman nehatine hiştin, birayê wî ev rewş didît û li hember vê yekê xwest wekî şervanekî di berxwedana Rojava de cih bigire. Çîçek da zanîn ku birayê wî ji bo welat, gel û axa xwe jiyana xwe ji dest daye û wiha got: "Konê sersaxiyê ku li vir hatiye vekirin, sembolîk e. Em dizanin ku li çar parçeyên Kurdistanê, li her malê di dilê gel ev taziye heye."

(ça)