1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Wekîlên HDP’ê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
Wekîlên HDP’ê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin,wekîlên,hdp,ê,em,ê,heta,dawiyê,li,ber,xwe,bidin

Wekîlên HDP’ê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin

Wekîla HDP'ê Selma Irmak a di çalakiya greva birçîbûnê de cih digire diyar kir ku heta agahiyek şênber ji rêzdar Ocalan bigirin û encamê bi dest bixin wê çalakiya wan berdewam bike. Wekîlê HDP’ê Ferhat Encu jî da zanîn ku dixwazin Ocalan ji holê rabikin û got divê her kes tevlî eniyên berxwedanê bibe

A+ A-

OMER ÎKE/AMED

Greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê ji bo ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî bê girtin hatiye destpêkirin di roja 5. de berdewam dike. Wekîlên HDP’ê yên tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûn, ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku heta agahiyek şênber ji rêzdar Ocalan bê girtin û encamê bi dest bixin wê çalakiya xwe berdewam bikin.

‘519 roj in agahî nayê girtin’

Wekîla HDP’ê ya Colemergê Selma Irmak diyar kir ku 519 roj in agahî ji rêzdar Ocalan nayê girtin û wiha axivî: “Ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir de ne malbat ne jî heyeta Îmraliyê nikare bi rêzdar Ocalan re hevdîtinê pêk bîne û ti agahî ji Ocalan nayê girtin. Em vê nêzîkatiyê weke konsepta şer dinirxînin. Dewleta Tirkiyê bi tecrîda li ser Ocalan dixwaze gelê kurd bêdeng bike û pirsgirêka kurd çareser neke. Ji polîtîkaya dewletê tê xuyakirina ku dixwaze li Tirkiyeyê şer kûr bikin, ji xwe ger ku mirov ji dîroka 5’ê Nîsanê û vir de binêre ku şer li ser vê erdnîgariyê kêm nebûye.”

‘Em dixwazin agahî ji Ocalan bigrin’

Irmak da zanîn ku ji 15’ê Tîrmehê û vir de Rewşek Awarte li welat heye û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê hewldana darbeyê pêk hat û vê hewldanê jî bi xwe re gelek tişt guherand. Dîsan li gorî agahiyên hatine li ber destê me di şeva 15’ê Tîrmehê de li Îmraliyê şer rûdaye û em ji vê rewşê bi fikar in em dixwazin demildest agahî ji Ocalan bigrin. Tenê xwestekeke me ya çalekiyê heye. Em dixwazin ji Ocalan agahî bigirin. Ev hevdîtin, ango agahî girtin ji bo pêşeroja gelê kurd wê gelek tiştan bi xwe re bîne. Dema ku tenduristiya birêz Ocalan ne di cîh de be tiştên ku mirov naxwaze bifikire wê li welat biqewimin. Tenduristiya Ocalan dema ku di xetereyê de be kes nikare siyasetê bike. Em daxwazin hemû gelê kurd û hêzên demokratik ên Tirkiyeyê li dora vê daxwaza xwe kom bikin û daxwaza aştî û aramiyê bikin.”

‘Dewlet raya giştî dixapîn e’

Wekîlê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu jî anî ziman ku dewlet wan dixapîne û ev tişt got: “Ji 5’ê Nîsanê ve ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Bi taybet piştî 15’ê Tîrmehê hemû rêyên agahiyê yên bi Ocalan re hatine qûtkirin û em ji vê rewşê bi fikar in. Divê em demildest agahî ji Rêber Apo bigrin. Dixwazin Rêber Ocalan ji holê rabikin. Ev hişmendiya şerxwaz wê Tirkiyeyê ber bi şerek kûr û navxweyî ve bibe.”

‘Heta serkeftinê serhildan’

Encu destnîşan kir ku divê ew agahî ji Ocalan bigrin û wiha got: “Heta ku heyetek serbixwe neçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin neke em razî nabin. Heta ku em encamê negirin em dest ji çalakiya xwe bernadin. Çalakiya me heta serkeftinê wê bidome. Divê her kes li dora berxwedanê bibe xelek. Divê li çar aliyên Kurdistanê gel rabe ser piyan û tevlî eniyên berxwedanê bibe. Heta em agahiyek zelal ji Rêber Apo digirn."

(oî/ge)