1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Welatiyên Roboskê bi agahiya Fermandar çûn û rastî êrîşê hatin
Welatiyên Roboskê bi agahiya Fermandar çûn û rastî êrîşê hatin,welatiyên,roboskê,bi,agahiya,fermandar,çûn,û,rastî,êrîşê,hatin

Welatiyên Roboskê bi agahiya Fermandar çûn û rastî êrîşê hatin

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Welatiyên Roboskê yên rastî 2'yemîn êrîşa komkujiyê hatin, li gel ku agahiya Fermandarê Alayê habû ku çûne bazirganiya sînor jî dîsa êrîşa komkujiyê pêk anîn. Welatiyê Roboskê ku bazirganiya sînor dike, diyar kir ku ger agahiya leşkeran tune be nikarin bazirganiya sînor bikin.

Li gundê Roboskê yê navçeya Qilebana Şirnexê di 29'ê Gulanê de 2'emîn êrîşa komkujiyê pêk hat û 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Derket holê ku dîsa wekî 28'ê Kanûna 2011'an ku 34 welati hatin qetilkirin ligel agahiya leşkeran heye ku welati çûne bazirganiyê jî dîsa êrîş pêk anîne. Welatiyan diyar kirin ku di komkujiya ewil de welatî bi agahiya Fermandarê Alaya Bêcuhê Abdullah Baysal çûn bazirganiyê û rastî komkujiyê hatin û niha dîsa bi fermana leşker û fermandaran çûn bazirganiya sînor û dîsa rastî êrîşê hatin.

Leşkeran zanîbûn

Li herêma Roboskê di 3 salên dawî de 15 karakol û baragehên leşkerî hatin avakirin. Welatiyan diyar kirin ku bêyî agahiya van qereqolên leşker û baragehan çûk jî nikare bifire. Welatî anî ziman ku piştî konsepta şer ket meriyetê û şûnde dîsa sînorê Roboskê kirin bin dorpêçê û ketin û derketina herêmê hat girtin. Welatiyan, da zanîn di demsala havînê de gelek caran hespên wan rastî êrîşan hatin û zêdeyî 40 hespên wan di vê rêyê de hatin kuştin. Welatî anî ziman ku cara duyemîn jî dîsa bi agahiya fermandar çûn sînor û 10 roj berê fermandar hatibû agahdarkirin.

Cara yekem koma ku ji 40 kesan pêk dihat sînor derbas kirin

Welatî da zanin ku berê komên ji 4-5 kesan pêk dihat sînor derbas dikirin û cara yekem komek wisa mezin ku 40 kesan pêk dihat sînor derbas kirin. Welatî anî ziman ku ligel fermandarî agahdar kiribûn jî dîsa karwana wan rastî êrîşan hat û hewldana duyemîn a komkujiyê pêk hat.

Lêgerîna Roboskê ya edaletê

Welatiyên Roboskê ku di 28'ê Kanûna 2011'an de rastî êrîşa komkujiyê hatin û 34 welatî hatin qetilkirin, ji roja komkujiyê heta niha di nava lêgerîna edaletê de ne, lê heta niha encam bi dest nexistine. Welatiyan da zanin ku Fermandarê Alaya Bêcuhê yê wê demê Abdullah Baysal li şûna bê darizandin hatiye xelatkirin û wekî Fermandarê Tumenê yê Şirnexê hatiye peyvirdarkirin û hatiye xelatkirin, lê têkoşîna wan a edaletê hêj berdewam dike.

(mae)