1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Weqfa jinê hefteyekê mafên mirovan vegotin
Weqfa jinê hefteyekê mafên mirovan vegotin,weqfa,jinê,hefteyekê,mafên,mirovan,vegotin

Weqfa jinê hefteyekê mafên mirovan vegotin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Weqfa Jina Azad a Rojava û Saziya Mafê Mirovan a Rojava bi munasebeta hefteya mafê mirovan a cîhanê, di nava hefteyekê de rêveberiya xweseriya demokratîk, partiyên siyasî, sazî û dezgehên li Kantona Cizîrê ziyaret kirin. Di ziyaretan de li ser girîngiya parastina mafan hate rawestin û daxwaze hevkariya di vê mijarê de hate kirin.

Weqfa Jina Azad a Rojava bi munasebeta 10-17‘ê Kanun Hefteya Mafê Mirovan a Cîhanê, li gel Saziya Mafê Mirovan a Rojava semînerên li ser mafên mirovan dan û saziyên li Kantona Cizîrê ziyaret kirin.

Di çarçoveya bernameyê de di 10’ê kanûnê de li bajarê Qamişlo li ser mafên mirovan semînerek hate lidarxistin. Di semînera ku mafên mirovan ên bingehîn hatin vegotin de, bersiva pirsa, “Mafên mirovan çine?” jî hate dayîn. Her wiha li ser mafê jinan hate rawestîn û nêrîn û perspektîfên tevgera jinê yên derbarê mijarê de hatin vegotin. Dîsa pênasekirina Weqfa Jinê hate kirin û li ser girîngiya wê ya di warê parastina mafan de hate rawestîn.

Di çarçoveya bernameyê de di nava hefteyekê de sazî û dezgehên li Kantona Cizîrê jî hatin ziyaretkirin û bi rêzê saziyên çapemeniyê, Şaredariya Qamislo, Tevgera Ziman û Perwerdeyê, Rêxistina Yekîtiya Sara, Saziya Alîkariyê, Saziyên Civaka Sivîl (SCS), Heyva Sor a Kurd, Sayiza Malbatên Şehîdan, Kampa Newroz, Akademiya Dîrok, Wêje û Zimanê Kurdî ya Celadet Bedirxan, Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamya, Akademiya Zanist û Ramana Azad, Yekîtiya Mamosteyan, Asayîş, Desteya Parastinê, Yekîtiya Ragihandina Azad, malên gel, meclîsên gel ên Qamişlo, Yekîtiya Star, partiyên siyasî, TEV-DEM, Desteya Ol û Civakê, Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclîsa Qanunsaz a Cizîrê hatin ziyaretkirin.

Di ziyaretan de mafên mirovan hatin gotubêjkirin û ji bo parastin û pêşxistina van mafan li ser girîngiya hevkariya saziyan hate rawestîn.

Bernameya rêzeçalakiyan bi şeveke ku ji bo zarokan hate lidarxistin, bidawî bû.

(aq)