1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Werin em li hebûna xwe xwedî derkevin!
Werin em li hebûna xwe xwedî derkevin!,werin,em,li,hebûna,xwe,xwedî,derkevin

Werin em li hebûna xwe xwedî derkevin!

Ziman sedema hebûn û nebûna me ye û îroj di bin xetereyeke pir mezin de ye

A+ A-

Ziman sedema hebûna me ya herî bingehîn e, lewre giyan û jiyana kurdewarî, çand, wêje û hemû nirx û rûmetên ku gelê me, neteweya li ser piyan dihêle û dijîne, bi ziman ve girêdayî ne û tenê bi ziman em dikarin hebûna xwe bidomînin.

Ziman sedema hebûn û nebûna me ye û îroj di bin xetereyeke pir mezin de ye. Lewre dê û bavên kurd êdî bi zarokên xwe re bi kurdî naaxivin û zarokên kurd jî bi kurdî nalîzin, bi kurdî xeyalan ji xwe re danaynin û bi kurdî najîn. Ev yek, wek netewe pirsgirêka me ya herî girîng a man û nemanê ye.

Li welat, bazara zimanê kurdî siyaset e, lewre bi taybet di van 30 salên dawîn de, siyaset di her warê jiyanê de bandora xwe li civaka kurd dike û teşe dide civakê.

Ji bo zimanê kurdî carek din bikeve nav civakê û bibe zimanê rojane...

Ji bo dê û bav nebine kujerên xwe û zarokên xwe...

Ji bo zarok nebin biyaniyên ziman, çand, dîrok û hemû nirx û rûmetên xwe û bi van re jî nebin biyaniyên hebûna xwe..

Ji bo em ji xwe û zarokên me jî, ji me şerm nekin û nerevin...

Ji bo em dîroka xwe ya bi hezaran salan bi zarokên xwe re nekujin û binax nekin...

Ji bo dîroka me, navên me, gotinên me yên pêşiyan, cejnên me, stran, kilam, muzîk û hunerên me û hemû nirx û rûmetên me nebine malê talan û bazarê û pariyê devê guran...

Ji bo ku zarokên me nebine zarokên xelkê...

Û ji bo gelek tiştên din ku hebûn û rûmetên jiyana me ne, divê em li zimanê xwe xwedî derkevin, jê hez bikin û ji ber tu sedemê bi zarokên xwe re bi tu zimanekî din neaxivin.

Ji bo van jî girîng e ku ZIMANÊ SIYASETÊ BIBE KURDÎ.

Me heya niha ji neyarê xwe hêvî kiriye, jê daxwaz kiriye û pê re şer kiriye, ji bo em hin nirx û rûmetên xwe bi dest bixin, me gelek berdêlên mezin dane. Ew berdêl rûmeta me ne bêguman, lê heta niha me ji hev re tiştekî têr û baş negotiye, ji hev hêvî nekiriye, ji hev daxwaz nekiriye, ji bo hêvişandin û parastina ziman, nirx û rûmetên xwe, bi hev re şer nekiriye. Lê em êdî berê xwe bidine hev û bi qirika hev bigirin!.. Dem hatiye ku em êdî ji hev hesaban bipirsin. Dem hatiye ku em herin malên hev û binêrin ka kî li derve fortan li xwe dixe û li malê bi zarokên xwe re bi zimanê xwe naaxive!. Belê ev dem hatiye û derbas jî dibe. Zimanê dayikê rûmeta me ya herî mezin e û sedema hebûna me ye.

Em di mijara ziman de yek in. Wê demê di warê parastina ziman de jî divê em bikaribin yek bin û bi hev re kar bikin.

Silav û rêz

Amîda Kurd