1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Wezîrê Karên Derve yê Îranê tê Tirkiyeyê
Wezîrê Karên Derve yê Îranê tê Tirkiyeyê,wezîrê,karên,derve,yê,îranê,tê,tirkiyeyê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê tê Tirkiyeyê

A+ A-

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Alî Akbar Salîhî îro bi awayekê nişkegavî tê Tirkiyeyê.

Wezîrê Karên Derve Alî Akbar Salîhî îro bi awayekê nişkegavî tê Enqereyê. Di rojeva Salîhî de kîjan mijar hene, nehate zanîn. Demek berê Îran ji bo welatiyên xwe yên ku di destê komên mûxalîf de wekî dîl tên girtin, alîkarî ji Tirkiye û Qatarê xwestibû. Tê gotin dibe ku Salîhî ji bo vê mijarê dê bê Tirkiyeyê. Li bendê ye ku Salihî piştî nîvro bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglû re hevdîtin pêk bîne.

(ab/mae)