Wezîrê Karên Dervê rahişt çeka xwe û tevlî seferberiyê bû
KOBANÊ 15.07.2014 13:49:45 Wezîrê Karên Derve yê Kantona Kobanê Îbrahîm Kurdo çeka xwe hilgirt û ji bo parastina gundê xwe ji çeteyên DAIŞ'ê ve di çeperên parastinê de cih girt. Kurdo got, "Roj roja namûs, rûmet, azadî û bilindkirina dengê rastiyê ye."
Ji destpêka meha Tîrmehê û vir ve gundên herêma Kobanê rastî êrîş û topbarana çeteyên DAIŞ'ê tê. Gundê Hewalik ê rojhilatê herêmê wekî eniya pêşî ya berxwedanê tê nasîn e. Welatiyên gund ji bo parastina gundê xwe ji êrîşên DAIŞ'ê çekên rakirin. Ji welatiyên gund Wezîrê Karên Derve yê herêmê Îbrahîm Kurdo ye. Kurdo jî wekî welatiyan çek hilgirt û çeperên parastinê de cihê xwe girt.
Girêdayî vê yekê Kurdo ji ANHA'yê re girîngiya parastina rûmet û namûs welat anî ziman û diyar kir ku divê her kes li rex şervanên YPG/YPJ'ê parastina mafên xwe yên rewa bikin.
Kurdo li gundê xwe ma û bi şervanên YPG'ê re parastina gundê xwe dike. Îbrahîm Kurdo wiha got: "Ev cihê ku em lê kom bûne, cihê rûmetê ye. Li vir em mezin bûne û fêrî rêgezên namûsê û mirovahiyê bûne. Li vir em ji mezinên xwe fêr bûne ku çawa mafên xwe biparêzin û çawa welatê xwe nas bikin. Çawa em ji bo vî welatî canê xwe feda bikin û zarokên xwe bidênê. Em ji bo parastina azadî û rûmeta xwe li gundê xwe mane."
Kurdo destnîşan kir ku armanca êrîşên çeteyan şikandina vîna azad a kurdan û binpêkirina mafên wan ên rewa ye û wiha anî ziman: "Êrîşên DAIŞ'ê vîna me ne şikandin. Lê belê bêhtir hêz û israra me zêde kirin. Armancên me wê bi qehremaniya şervanên YPG/YPJ'ê pêk werin."
Kurdo got: "Herêma Kobanê rastî êrîşên hovane bi hemû şêwazên dijmirovane tê. Di çarçoveya seferberiya giştî ku hatiye îlankirin de ez bang li welatiyên herêmê dikim ku çekên xwe bigrin û parastina axê xwe bikin."
Îbrahîm Kurdo wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Roj roja namûs, rûmet, azadî û bilindkirina dengê rastiyê ye. Roja şehadeta ji bo azadiyê ye."
