1. Hemû Nûçe

  2. Gotar

  3. Wilayet û Kanton
Wilayet û Kanton,wilayet,û,kanton

Wilayet û Kanton

A+ A-

Mejiyê mirov, têgihîştina mirov li gor jiyana mirv teşe digire. Mirov li ku bijî, di nava kîjan pergalê de mezin be, li gor wê cihanê, li rastiyan dinêre. Pergal, yan jî pêrgîbûnên nû; yan baş nayê fêmkirin, yan jî tirsekê di xwe de werdigire. Me kurdan li Rojhilata Navîn tenê forma rêvebirî û têgihîştina navendî ya kolonyalîstan û bi wê ve girêdayî ya wîlayetan diye. Kanton û giringiya wê bi me biyanî tê. Dibe ji wê be angaşteke wisa girîng, hê jî baş nehatiye fêmkirin. Bi dîtina min pêdivî bi rûberîneke kurt heye:

Wîlayet.

Wîlayet rasterast bi destê waliyê ku ji hêla serkariyê, padîşah, qiral, dîkdator ve hatiye tayîn kirin tê birêvebirin. Gelê di nava sînorên wê wilayetê de dijîn, xwedanê tu mafî ninin. Tenê mafekî wan heye, ew jî li gor zagonên bi fermana walî tê rêvebirin tevgerîn û ji her fermanê walî re serî çemandine. Walî li gor rewşan dikane wan zagonan jî bide aliyekî û zagonên daristanê têxe jiyanê. Wek mînak walîyê herêmî û biryarên wan. Ango wîlayet rasterast rêvebiriyeke koloniyal û dîkdatoryal e. Osmaniyan ev forma rêvebiriyê cara yekem di sala 1864 an de di bin navê „Wîlayeta Tunayê“ de xiste jiyanê. Li pey jî wîlayeteke Kurdistanê ya navenda wê Xelat bû demezrandin, lê di demeke kurt de cardin ji holê rakirin. Ji bo kesê ku wîlayetê bi rêve dibe re walî tê gotin. Walî bi gotineke zelal tê wateya „Koteka serkariyê“ yan jî qiralê bi qiralê navendî ve girêdayî. Di zimanên din de jê re bi giranî Gouverneur tê gotin. Wek mînak îngîlîzan koloniyên xwe bi waliyan, ango bi koteka serkariyê bi rêve dibirin. Di wîlayetan de ne tenê walî, gernîndeyê ewlekarî, perwerde, keyxwida (diyanet), dadê tev de bi aliyê serkariya navendî ve tê tayînkirin. Îro li welatê me proplema herî mezin ya koteka serkariya kolonyalîst ev e. Pêşî li her karê şaredariyan û birêkxistina gel digire. Heta ku wilayet di bin koteka serkariya navendî de be, tu azadî nabe. Li Başûrê Kurdistanê navê wîlayetê wek parêzgeh derbas dibe. Ango parêzgeh jî wîlayet e. Tu cudahiyekê wê tune. Gelek zelal e ku forma wîlayetan bi serê xwe kêşeyeke giran e û li dij azadiyan e.

Kanton

Kanton di nava dewletekî de serkariyên serbixwe ne. Koteka serkriye, ango walî, gernîndeyên ewlehiyê yê serkariya navendî li wir tune. Ew bi serê xwe mîna dewlet e. Xwedanê zagona xwe ya bingehîn, saziyên rêveberî, dad, perwerde, ewlehî, diravî, parastin û aboriyê ye. Ango şêniyên kantonan di derheqê xwe de bixwe biryar didin û digirin. Peyva kurdî “xweserî” di vir de bê kêmasî rastiya xwe dibîne.

Swîsre bi awayê kantonên xweser pergalekê avakiriye, lê dewleteke serbixwe ye. Ango di forma kantonê de xweserî avakirin, ev ne li dijê federesyonê, ne jî li dijê serxwebûnê ye. Bi gotineke kurt û kurmancî Kurdistaneke serbixwe dikane ji kantonên (eyaletên xweser mînak; Almanya, Amêrîka, Kanada) azad pêkwere. Ev ji ber cudahiya bawerî û zaravayan divêtiyekê ye. Li gel wê pêşî li dîktatorya malbatî, partî, zarava û olên serdest jî digire. Bêguman ev tê wateya demokrasiyê, azadiya gel, kêmar û tekakesiyê. Tevger, partî, der û dorên tenê li berjewendiyên xwe dinêrin, çavên wan li serkariyên dîktatoryayê ne, pergaleke wiha naxwazin. Her çendî ev baş tê zanîn jî, hin kes, derûdorên bi dagirkeren re di têkiliyê de ne û li pey rantê ne, bi zanistî û dijminahiya giyanî hin tiştan tevlihev dikin (nexweşên kronîk). Kanton ne parçebûn, dij wê azadiya di nava yekitiyê de ye. Di ronahiya vê şiroveyê de, bêguman mafê şengaliyan heye ku xweseriya xwe ragîhînin. U kantona xwe avabikin. Biryar ya wan e, ku biryara xwe bidin, divê her kes ji biryara şengaliyan re rêz bigire.

1011 YENİ ÖZGÜR POLİTİKA


Bêjeyên Miftehî