1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Wê ji nû ve Minbicê ava bikin
Wê ji nû ve Minbicê ava bikin,wê,ji,nû,ve,minbicê,ava,bikin

Wê ji nû ve Minbicê ava bikin

A+ A-

XUNAV ÎSA

KOBANÊ – Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Herêma Minbicê Ebîr Receb diyar kir ‘Operasyona rizgarkirina Minbicê’ li ser bangên şêniyên herêmê yên ku li ser destê çeteyan gelek zilm dîtine, hatiye destpêkirin û destnîşan kir ku ew ê bajarê xwe jinûve ava bikin.

Meclîsa Leşkerî ya bajarê Minbicê di 1’ê Hezîranê de ‘Operasyona rizgarkirina bajarê Minbicê’ ji çeteyên DAIŞ’ê da destpêkirin. Di çarçoveya vê operasyonê de heta niha bi dehan gund hatine rizgrkirin.

Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Herêma Minbicê Ebîr Receb diyar kir ku şervanên ku di vê operasyonê de cihê xwe digrin, zarokên Minbicê yên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Çerkes in. Ebîr got ku divê her kes cihê xwe di vê operasyonê de bigre, da ku çete werin têkbirin û herêm were rizgarkirin.

Ebîr di da xuyakirin ji ber kiryar û zilma ku çeteyan li şêniyên herêmên dikirin, şêniyan gelek caran banga rizgarkirinê kirin û wiha domand: “ Li ser bangên şêniyan şoreşgerên Minbicê tabûrên ji zarokên Minbicê pêk tên û Meclîsa we ya leşkerî ava bikin û operasyoneke bi vî rengî li dijî çeteyan bidin destpêkirin.”

Ebîr her wiha da zanîn ku şêniyên Minbicê di rewşeke ne baş de ne û li benda xelasiya ji çeteyan in.

Ebîr da got ku şervanên Meclîsa leşkerî ya Minbicê di çarçoveya operasyonê de heta niha bi dehan gund rizgar kirine û şêniyên wê ji çeteyan xelas kirine û wiha domand: “Welatiyên deverên ku hatine rizgarkirine, bi xelasiya ji çeteyan kêfxweş û şad bûn.”

Ebîr da diyarkirin ku piştî bajarê Minbicê were rizgarkirin ew ê ji aliyê Meclîsa sivîl a bajar ku ji hemû pêkhateyan pêk tê ve were birêvebirin û wiha got: “Ev meclîs jî dê bajar birêve bibe, civakê ava bike û nifşekî nû yê ku ji fikrên çewt yên çeteyan hatiye rizgarkirin, were gihandin. Her wiha dê rola jin û ciwanan di avakirina civakê de bê aktîfkirin.”

Ebîr di dawiya axaftina xwe de bang li welatiyan kir ku ji deverên ku çete lê ne, dûr bikevin û li dora Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kom bibin da ku herêmên wan bên rizgarkirin û jiyan li herêmê asayî bibe.

(dm)

ANHA