Wê nehêlin kes nêzî Minbicê bibe
ALAN DAWÛD
MINBIC – Ebû Emced diyar kir ku terorîst herêmên Babê radestî hin terorîstên din dikin û got ku ew nahêlin kes nêzî bajarê Minbicê bibe.
Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced li ser vekişîna çeteyên DAIŞ’ê ji herêma Babê û hiştina wan herêman di destê çeteyên girêdayî dewleta Tirkiyeyê de ji ANHA’yê re axivî.
Ebû Emced bal kişand ku wan piştî rizgarkirina bajarê Mibnicê rêveberiya bajêr û gundewarê wê radestî Meclîsa Sivîl a Minbicê kir û diyar kir ku Meclîsa Sivîl ji bo xizmeta welatiyan bi hemû derfetên xwe kar dike.
Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê lihevkirina di navbera Tirkiye û komên çete yên DAIŞ’ê de eşkere kir û got ku komên çete yên navê Artêşa Azad li xwe dikin bi awayekî pir lezgîn gundên Babê bidest dixin ango DAIŞ’ê wan herêman radestî çeteyan din dike.
Ebû Emced anî ziman ku DAIŞ nuqteyên Babê berdide û ber bi Minbicê ve diçe, da ku şerê hêzên Meclîsa Leşkerî bike û êrîş dike. Ebû Emced got “Bi taybet ji aliyê başûrê Minbicê çeteyên DAIŞ’ê bi dijwarî êrîş dikin. Lê hêzên me bersiva baş didin wan û êrîşan wan têk dibin.”
Fermandarê Minbicê got ku ew ê tu caran rê nedin kesî ku bikevin bajarê Minbicê û wê tim li ser soza xwe ya parastinê bimînin.
Ednan da zanîn ku tu ferq û cudahiya çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên Tirkiyeyê tune ye û got “Ew jî komên terorîst in, ji bo zemîna terorê li Sûriyeyê atmosferekê amade dikin. Ji ber vê divê her kes li hemberî van koman hişyar be.”
Di dawiyê de Ebû Emced soza parastina bajarê Minbicê û gelê wê ku berê xwaribûn, dûbare kir û destnîşan kir ku ew nahêlin kes destê xwe bigihîne vî gelî. Ebû Emced got “Ji her êrîşeke li dijî bajarê Minbicê wê bersiva me xurt û dijwar be.”
(he)
ANHA
