1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Wîcdanê mirovahiyê li dijî darvekirinê ker û kor e
Wîcdanê mirovahiyê li dijî darvekirinê ker û kor e,wîcdanê,mirovahiyê,li,dijî,darvekirinê,ker,û,kor,e

Wîcdanê mirovahiyê li dijî darvekirinê ker û kor e

A+ A-

Cezayê li dijî mirovan ê herî giran cezayê darvekirinê ye. Ev ceza ji aliyê dewletan ve li dijî welatiyan tê pêkanîn. Ev ceza li gelek welatan rabûye, lê hêj li gelek welatên cîhanê pêk tê. Di cîhanê de herî zêde Çîn, di rêza 2'emîn de Îran, di rêza 3'emîn de DYA û di rêza 4'emîn jî Sûdî Erebîstan heye. Li Îranê herî zêde cezayê darvekirinê li dijî ciwanên kurd pêk tê. Rejîma Îranê herî dawî li siyasetmedarê kurd Şerko Maarefî cezayê îdamê birî. Maarefi bi nameyekê diyar kir ku dê di 1'ê Gulanê de bê darvekirin. Sibê 1'ê Gulanê ye, lê li gel ku Maarefî 2 meh berê ev name ji hemû parazvanên mafên mirovan re şandiye jî hêj tu deng û bertek ji kesî dernakeve.

Di cîhanê de cezayê herî giran ê li dijî mirovan cezayê îdamê (darvekirin) ye. Ev ceza li diji kesên ku dizî, xayinî, kuştin, casûsî, îxaneta bi welat re û zîna kiribin tê bikaranîn. Ji ber ku ev cezayê herî giran ê li dijî mirovan e, li gelek welatan hatiye rakirin û li şûna darvekirin û înfazê cezayê girtîgehê tê dayîn. Lê li gel ku piraniya welatan û parazvanên mafên mirovan li dijî vî cezayî derdikeve jî dîsa di serî de li Çîn, Îran, Sûûdî Erebistanê li gelek welatan pêk tê.

Hêj li 139 welatan mirov rastî cezayê îdame tên

Li gorî rapora Rêxistina Efûya Navneteweyî ya 2010'an a cezayê înfaz û Îdamê, li tevahiya cîhanê 18 hezar mirov rastî cezayê darvekirinê hatine. Di raporê de tê gotin ku ve ceza li piraniya dewletan hatiye rakirin. Di 10 salên dawî de li 31 welatan cezayê îdamê hate rakirin. Her wiha hêj li 139 dewletan cezayê Îdamê tê pêkanîn. Li gorî rapora 2010'an a Rêxistina Efûya Navneteweyî; bi darvekirina zêdeyî 2 hezar kesan di rêza 1'emîn de Çîn, bi darvekirina 252 kesan Îran di rêza 2'emîn de, bi darvekirina 46 kesan DYA di rêza 3'emîn de û bi darvekirina 27 kesan jî di Sûdî Arabîstan di rêza 4'emîn de cih digire. Di raporê de tê gotin ku herî zêde cezayê darvekirinê li Asya û Rojhilata Navîn pêk tê. Dîsa li gorî înfazê Yemen û DYA pêşiya kuştinan dikşînin. Li DYA'yê û Yemenê bi piranî bi kursiya ceyranê û derziya jahrînî mirov rastî cezayê înfazê tên.

Di 2009'an de 388 kes li Îranê hatin darvekirin

Rejîma Îranê di sala 2008'an de 346 mirov darvekirin û di sala 2009'an ji aliyê darvekirina mirovan de di welatê cîhanê de di rêza yekem de cih girt. Di nava salekê de 388 mirov darvekirin. Di sala 2010'an de jî 252 mirov darvekirin.

Li gorî daneyan sala 2010'an li Îrane 5 jê jin 1 zarok bi tevahî 252 kes hatin darvekirin. Her wiha tê gotin ku gelek kesên rastî cezayê darvekirinê hatine derbasî raporan nebûn. Li gorî rêxistina parazvanên mafên mirovan a Îranê ji çileyê 2011'an heta niha 47 kes hatin darvekirin. Di 5'ê çileya 2011'an de endame PJAK'ê Huseyîn Xizrî li Girtîgeha Urmiye hate darvekirin.

Herî zêde endamên PJAK'ê tên darvekirin

Li gorî raporên parazvanên mafên mirovan herî zêde endamên PJAK'ê rastî cezayê darvekirinê tên. Ji sala 2007'an heta niha 8 endamên PJAK'ê hatin darvekirin. Hesen Hîkmet Demîr di sala 2007'an de ku wek yekemîn milîtanê PJAK’ê ji aliyê Îranê ve hat darvekirin. Ji wan Mamoste Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan, Ferhad Wekîliî û aktîvîsta Jinan Şîrîn Elem Hulu di salên 2007 û 2008'an de hatin darvekirin. Di 11'ê cileye 2009’an de Îhsan Fetahiyan Herwiha di 11’ê mijdarê de2009 de Îhsan Fetahiyan, di 6’ê Çileya 2010 de Fesîh Yasemini, 9’ê Gulan 2010 Ferzad Kemanger, Ferhad Wekilî, Elî Heyderiyan û Şîrîn Elem Hulî hatin bidarvekirin.

Niha li Îranê 17 girtiyên kurd ku di bin tehdîda îdamkirinê de têne ragirtin. Kesên rastî cezayê darvekirine hatine wiha ne: 1-Hebibulla Letîfî xwendekar, 2-Rustem Arkiya, 3-Zeyneb Celaliyan, 4-Enwer Rustemî, 5-Seyd Samî Huseynî, 6- Seyd Cemal Muhemedî, 7-Hebîbulla Gulperî Pur. 8-Şerko Maarefî, 9-Mistefa Selîmî Eyluyî, 10-Mehemed Emîn Aguşî, 11-Reşîd Axkendî, 12-Ehmed Puladxanî , 13-Hesen Talî, 14-Îrec Mihemedî, 15. Mihemed Emîn Abdullahî, 16. Qadir Muhammedzade, 17-Ezîz Mihemedzade.

(mae/sa)