1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Xebat: Gelek cenaze û cebilxaneya çeteyan ketiye destê hêzên me
Xebat: Gelek cenaze û cebilxaneya çeteyan ketiye destê hêzên me,xebat,gelek,cenaze,û,cebilxaneya,çeteyan,ketiye,destê,hêzên,me

Xebat: Gelek cenaze û cebilxaneya çeteyan ketiye destê hêzên me

A+ A-

KOBANÊ/ ROJNEWS Y

Yek ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)’ê Dijwar Xebat der barê pêngava rizgarkirina başûrê Kobanê de got; “Hêzên me bê navber pêşde diçin. Gelek cenaze û cebilxaneya çeteyan ketiye destê hêzên me.” Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)’ê di 23’ê Kanûnê de operasyona pêngava rizgarkirina başûrê Kobanê dan destpê kirin. Yek ji fermandarên QSD’ê Dijwar Xebat têkildarî vê pêngavê ku ji ajansa me re axivî, diyar kir ku heya niha hêzên wan nêzî dehan gund ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine.

Fermandar Dijwar Xebat da xuyakirin ku hêzên wan ji du çengan ve pêşde diçin û wiha peyîvî; “Hêzên me bi şêweyê du çengan pêşde diçin. Yek ji Başûrê Kobanê ve ku heya niha gundên Sidqiyê, Sehrîr, Ceberê, Pîr Ubeydatê, Melha û sê merza rizgar kirine. Her wiha li aliyê din jî heya niha hêzên me gelek gund ji çeteyan rizgar kirine.” ‘Gundiyên Ereb bi dîtina şervanên QSD’ê keyfxweş dibin’

Dijwar Xebat diyar kir ku gundiyên Ereb ên li vê herêmê dema hêzên me dibînin pir keyfxweş dibin û wiha dewam kir; “Çete direvin. Nikarin xwe li pêşiya hêzên me bigirin. Li vir gundên Ereban hene. Her cihê hêzên me digehinê, bi germî hêzên me pêşwazî dikin. Keyfxweşiya xwe ya bi dîtina hêzên me tînin ziman û dibêjin ew li dijî DAIŞ’ê ne.”

Di dawiyê de Dijwar Xebat got ku heya niha ti şehîdên wan nînin û wiha got; “Çend hevalên me birîndar bûne. Çetan xwestin bi wesayitekê êrîşa întixarî pêk bînin. Lê ev hewldana wan vala derket. Dîsan çete ji cihên direvin gelek mayînan dadinin. Ev jî bê encam dimîne. Gelek cenaze û cebilxaneya wan ketiye destê hêzên me. Her wiha hêzên me bê navber pêşda diçin.” (sk)