Xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat binçavkirina Yildirim şermezar kir
Xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat, binçavkirina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Azadiya Welat Mehmet Emîn Yildirim û Nûçegîhana DÎHA'yê Nîlgun Yildiz û xebatkarê kovara Demokratîk Modernîte Selahattîn Aslan, şermezar kirin û diyar kirin ku çi dibe bila bibe ew dê dengê xwe bilintir bikin.
Xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat, der barê girtin û binçavkirinên dawî û binçavkirina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Azadiya Welat Mehmet Emîn Yildirim û Nûçegîhana DÎHA'yê Nîlgun Yildiz û xebatkarê kovara Modernîyeta Demokratîk de daxuyaniyek nivîskî dan. Xebatkaran, di doxuyaniyê de binçavkirina Yildirim şermezar kir û wiha got: "Rojnameya me îro bi manşeta xwe ya ku hevalê me Mehmet Emîn Yildirim avêtiye ya 'Riya çapemeniya azad berdewam e' derket. Bi fermana AKP'ê duh Gerînendeyê Giştî ya Rojnameya me Mehmet Emîn Yildirim, Nûçegîhana DÎHA'yê Nîlgun Yildiz û xebatkarê kovara Demokratîk Modernîte Selahattîn Aslan ji aliyê polîsên AKP'ê ve hatin binçavkirin. Armanca terora wan ya binçavkirinê ew e ku dengê me qut bikin. Lê ew jî baş dizanin ku çi dibe bila bibe emê dengê xwe bilindtir bikin."
Xebatkarên rojnameyê dan zanîn ku ne cara yekem e bi terora wan re rû bi rû diminîn û wiha berdewam kir: "Roja ku me bi dest weşanê kiriye heta niha bi dehan car terora wan re rû bir û man. Rojnameya me gelek caran hat girtin. Hevalê me Vedat Kurşun bi 525 salan hat darizandin zîhniyeta çewsîner, zîhniyeta yek yeko jixwere digot ku ew ê êdî bitirsin, bêzar bin û dev ji riya xwe berdin. Me ji riya xwe berneda û em bêzar nebûn. 166 sal ceza dan Vedat. Rojname dîsa derket heta ji bo Vedat rojname xurtir derket. Ji bo Ozan Kilinç, Emîne Demîr, Bedrî Adanir, Rûken Ergun, ev rojname xurtir derket. Ew ê ji îro şûnde jî xurtir derkeve. Tirkiye bi girtina rojnamevanan re di dîroka xwe de ku bi qirkirin û komkujiyan dagirtiye, komkujiyeke din zêde kir. Hikûmeta AKP'ê û şêwirmend wê dixwazin 'Împaratoriya Tirsê' ava bikin û kesên ku li pêşiya vê daxwaza qirêj astengin bi girtinan dixwazin bêdeng bikin."
Xebatkarên rojnameyê bal kişandin ser armanca girtin û binçavkirinê û wipa pêde çûn: "Dixwazin bi girtina rojnamevanan ve gel ji agahî û geşedanan bi awayekî rast û durist serwext nebe. Dixwazin qetilkirina Uguran, Enesan, Ceylanan veşêrin. Dixwazin qetilkirina ciwanan, qetilkirina Aydinan, Mustafayan, Muratan, Şerzanan veşêrin. Dixwazin bûyerên wekî ya Geliyê Tiyarê ku 36 ciwanên kurd bi awayekî hovane û bi kîndariyeke li dinyayê nehatiye dîtîn hatibûn qetilkirin veşêrin. Dixwazin kirinên zîhniyeta xwe ya qetlîamker ku di gorên komî de hestî bi hestî dertê holê veşêre. Dixwazin qêrîna dayik û bavan yên ku kur û keçên wan ji aliyê heman zîhniyetê ve hatine windakirin û her roj li kolanan rastî terora dewletê tên veşêrin û bêdeng bikin. Ji bo ku rastî di tarîtiyê de nemîne em li ser sond û peymana xwe ne. Ew ê rastî di tarîtiyê de nemîne."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di salên 90'î de serokwezîrên vî welatî di berîka xwe de bi lîsteya fermana qetîlkirna kurdan digeriya û wiha dawî li daxuyaniyê anîn: "Gelek hevalên me di wan salan de hatin qetilkirin. Lê ev pênûs li erdê nema. Me pênûsa xwe, fikr û ramana xwe li hemberî qetlîaman tûjtir kir. Îro roj serokwezîrê vî welatî di berîka xwe de bi lîsteya fermana girtina kurdan digere. Lê em şopdarên Apê Mûsa, dildarên rastiyê wekî şervanên heqîqetê tim li vir bin. Çawa ku serokwezîra qetlîamker niha di sergoya dîrokê de ye. Ew ê heman zîhniyeta ku forma qetlîamê wekî girtînê guhertiye jî bikeve heman sergoyî. Em bangî raya giştî dikin ku bila li hember qirkirina çapemeniyê bêdeng nemînin. 46 hevalên me demildest serbest berdin."
DÎHA (mae)
