Xebatên Navenda Çandê ya Serhedê
Li hemberî xebatên Navenda Çandê ya Serhedê eleqeyekî mezin heye
VEYSEL ŞÎMŞEK
AGIRÎ (DÎHA) - Gelê Panosê eleqeyekî mezin nîşanî xebatên Navenda Çandê ya Serhatê didin. Ji mamosteyên Navenda Çandê Arîf Alpdogan, diyar kir ku ciwnên Panosê êdî ji tiryak û hînbûnên nebaş dur radiwestin û tevlî xebatên çandê dibin.
Xebatên Navenda Çandê ya Serhatê ya Şaredariya Panosê berdewam dikin. Naveda Çandê ya nêzî 5 mehane hatî vekirin bi qurên tembûr, gîtar û govendan xebatên xwe berdewam dike. Gelek kes tevlî qursan dibin. 2 polên temburê, polek ya gîtarê û polek jî ya şanoyê heye. Piranî ciwan tevlî qursan dibin.
Ji mamosteyên Navenda Çandê Arîf Alpdogan, anî ziman ku kesên tevlî qursan dibin ji alkol, tiryak û hînbûnê din ên nebaş dûr radiwestin. Alpdogan, da zanîn ku navenda çandê li herêmê xebatên sereke dike. Alpdogan, da zanîn ku bi taybet Navenda Çandê li navçeyekî weke Panosê gelek girîng e. Alpdogan, bilêv kir ku herêmê weke herêma "Kaniya Dengbêjan" tê zanîn û wiha axivî: "Ji bo nifşê nû çanda dengbêjan bijî em pêşengiyê dikin. Ji ber ku li vê herêmê Urartu û Ermenî jî jiyîn herêmekî pirçandî heye. Ji bo çandên cuda yên heremê bidin jiyîn em xebatên xwe berdewam dikin. Di mehên havînê de em d qurên xwe yên havînê vebikin. Em dixwazin hemû gelê me tevlî van qursan bibin."
'Daxwza gel me bi heycan dike'
Emrullah Denîzmen jî diyar kir ku gelek gelek eleqeyê nîşanî qursên tên vekirin dide û ji ber vê yekê ew bi heycan in. Denîzman, anî ziman ku bi taybet jî ciwan eleqeyê nîşan didin û wiha got: "Li herêmê divê piranî ciwan di nava xebatanên çandî de bin. Em weke Navenda Çandê ya Serhatê dema xebatên xwe dikin rastî hinek zehmetiyan tên. Ji ber ku bi salane li vê herêmê xebatên wisa nehatin kirin bandorê li me jî dike. Lê daxwaz û heycana gel me jî bi heycan dike. Dê qursên me berdewam bikin."
(bd)
