1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Xelata Erdogan a 15'ê Tebaxê
Xelata Erdogan a 15'ê Tebaxê,xelata,erdogan,a,15,ê,tebaxê

Xelata Erdogan a 15'ê Tebaxê

A+ A-

AMED - Erdogan soza xwe ya ku di hilbijartinê de dabû gelê Amedê pêk anî. Erdoganî soza xwe di rojek hilbijartî ya girîng de pêk anî. Di roja 15'ê Tebaxê de ku salvegera destpêşa şerê çekdarî ye, îhaleya girtîgeha nû ya Amedê hate dayin. Erdogan di hilbijartina 2011'an de li qada Îstasyonê ya Amedê soz dabû ku ew dê girtîgeheke nû li Amedê çêke.

Soza avakirina girtîgehek nû ya ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan beriya referandûma 12’ê rezberê dabû Amedê dibe rastî. Îhaleya avakirina girtîgeha nû ya Amedê di 15’ê tebaxê de hate dayîn. Dê girtîgeh li ser 130 hezar metro dam were çêkirin û li gor texmînan dê di 800 rojan de biqede.

Erdogan beriya referandûmê hate Amedê û mitîngek li dar xist. Di mitînga li Qada Îstasyonê de ji amediyan re got "mizgîniyek min ji bo we heye". Erdogan di axaftina xwe de anî ziman ku ew ê girtîgeha ku êşkence û kuştin tê de hatine kirin û berxwedana 14'ê tîrmehê lê hatiye dayin hilweşîne û wê dîrokê winda bike. Erdoganî di dûmahîka mizgîniya xwe de jî got ku ew ê girtîgeheke nû li Amedê çêke û girtiyan jî bibe wir...

Erdogan di axaftina xwe de wiha gotibû; ''Niha girtîgehek a Amedê heye. Min her tim got. Ez careke din li Amedê dibêjin; Ax, xwezîka zimanê vê girtîgeha Amedê hebûya û biaxiviya, tiştên piştî 12’ê îlonê lê qewimîne vebigota... Em girtîgeha Amedê digirin. Em ê di demeke zû de girtîgehek nû çê bikin. Dema qediya em ê girtîgeha Amedê hilweşînin..."

Wekî tê zanîn di girtîgeha Amedê de niha digel doza KCK, PKK, PAJK û BDP bi sedan kurd hene.


Bêjeyên Miftehî