1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Xelatên Kozaya Zêrîn gihiştin xwediyê xwe
Xelatên Kozaya Zêrîn gihiştin xwediyê xwe,xelatên,kozaya,zêrîn,gihiştin,xwediyê,xwe

Xelatên Kozaya Zêrîn gihiştin xwediyê xwe

A+ A-

Xelata 18'emîn Mihrîcana Kozaya Zêrîn, şevêdin bi merasimekê gihişt destê xwediyên xwe. Di pêşbirgê de di nava fîlman de Fîlmê "Celal Tan û Çîroka wî ya dilşewat" ku derhêneriya wê Onur Unlu kir, xelata herî baş a fîm, senaryo wergirt.

18'emîn Mihrîcana Kozaya Zêrîn ku di 18'ê îlonêde ji aliye Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ve dest pê kiribû, şevê din li Şanoya Amfi ya Parka Navendî bi merasimekê bi da wî bû. Di konserê de Leman Sam konserek da. Di pêşbirga filman de di nava fîlmên herî baş Fîlmê "Celal Tan û Çîroka wî ya dilşewat" ku derhêneriya wê Onur Unlu kir, layîqî xelata herî baş a fîm, senaryoyê hat. Tan, xelata 'Fîlmê herî baş", 'Sanaryoya herî baş" û ''Performansa tevahî ya Juriya Taybet" wergirt. Tan, bi wergirtina 3 xelatan 350 hezar TL girt û bû xwediyê rekora xelatan. Xelata Yilmaz Guney jî filmê "Pêşeroj dê dirêj bidome" ku derhêneriya wê Ozcan Alper dikir kiribû wergirt. Ruhî Karadag jî bi fîlmê Sîmurg xelata temaşevanan wergit.

Xelata xwe diyarî Apê Musa kir

Ruhî Karadag jî bi fîlmê "Sîmûrg" xelata temaşevanan girt. Karadag, diyar kir ku di fîlm de 6 lîstikvan hene û 3 li vir 3 jî li sirgûnê ne. Karadag anî ziman ku ew xelatê dîyarî kesên li sergûnê, kuştinên kujerên wan nediyar û bê ax dike. Karadag, bilêv kir ku ew xelatê diyarî Apê Musa ku li welatê Yilmaz Guney rojnamegerî kiriye dike. DÎHA (mae)