1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Xelîl: Em ê li her derê Sûriyeyê şerê terorê bikin
Xelîl: Em ê li her derê Sûriyeyê şerê terorê bikin,xelîl,em,ê,li,her,derê,sûriyeyê,şerê,terorê,bikin

Xelîl: Em ê li her derê Sûriyeyê şerê terorê bikin

Bi armanca nirxandina rewşa herêmê û pêşveçûnên herî dawî TEV-DEMꞌê li taxa El-Mişêrifê ya bajarê Hesekê civînek li dar xist

A+ A-

HESEKÊ – Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMꞌê Aldar Xelîl got ku pêngava 15ꞌê bêdengiya li hember koletiyê şikand û da zanîn ku Operesyona rizgarkirina Minbicê gaveke nûye û rakirina dorpêça li ser herêma Rojava û yekîtiya hersê Kantonan, misoger dike.HSK-CIVIN-DEBARE-PESKETINEN-DAWI (2)

Bi armanca nirxandina rewşa herêmê û pêşveçûnên herî dawî TEV-DEMꞌê li taxa El-Mişêrifê ya bajarê Hesekê civînek li dar xist. Di civînê de, Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMꞌê Aldar Xelîl, Endamên sazî û rêxistinên sivîl ên bajarê Hesekê û bi sedan welatiyên bajêr, amade bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMꞌê Aldar Xelîl axivî û rizgarkirina Minbicê li tevahî gelê Sûriyeyê pîroz kir û ev tişt got:” Ev serkeftin bi saya fedekariya şervanên azadiyê û berxwedana gel, pêk hat.”

’15’ê tebaxê bêdengiya li hemberî koletiyê şikand’

Xelîl di axaftina xwe de bal kişand ser pêngava 15ꞌê tebaxê û wiha axivî:” Pêngava 15ꞌê tebaxê gelê kurd ji nûve vejîn kir. Di vê rojê de, bêdengiya li hember kolîtiyê hat ragihandin. Di vê rojê de, gerîlayan li hember dijminên kurdan çek hilgirtin û ji wan re gotin bese ji kiryarên li hember gelê kurd û gelên herêmê.”HSK-CIVIN-DEBARE-PESKETINEN-DAWI (3)

‘Em ê li tevahî Sûriyeyê şerê terorê bikin’

Xelîl da zanîn ku ji wê demê de, gelê kurd ji bo azadiya xwe têdikoşe û wiha axivî:” şoreşa Rojava domandina pêngava 15ꞌê tebaxê ye. Em wek gelê Rojava zulmê û koletiyê qebûl nakin, ji ber vê me şoreşa xwe ragihandiye. Rojane ev sores bi serkeftinan tê xemilandin û rizgarkirina Minbicê yek ji serkeftinên şoreşa Rojava ye. Emê têkoşîna li hember terorê bidomînin û tevahî Sûriyeyê ji çeteyan, rizgar bikin.”

Li ser rizgarkirina Minbicê ev tişt got:” herêma me dorpêçkirî ye, divê em li ber xwe bidin da vê dorpêçê bişikînin. Kantona Efrînê ev 3 salin di bin dorpêçê de ye. Rizgarkirina Minbic û Babê şikandina dorpêça li ser Kantona Efîrnê, misoger dike. Emê bi ked û hêza xwe van herêman rizgar bikin û hersê Kantonên Rojava bigihînin hev.”

‘Serdema sîstema navendî bi dawî bû’

Xelîl anî ziman ku li Sûriyeyê serdema sîstema navendî bi dawî bûye û da zanîn ku ev sîstem ji bo aloziya herêmê ne çareserî ye û wiha axivî:” Me ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê lêkolînên xwe kirine. Ji ber vê me dît ku sîstema Federaliyê çareseriya pirsgirêka herêmê misoger dike. Ev proje li ser esasê yekîtiya tevahî Sûriyeyê hatiye pêşînyarkirin û dê mafê hemû pêkhateyên Sûriyeyê biparêze.”HSK-CIVIN-DEBARE-PESKETINEN-DAWI (6)

Helwesta hêzên derve li hember federaliyê

Xelîl li ser helwestên hêzên derve ji projeya Federaliyê ev nirxandin kir:” Gelek hêzên derve projeya Federaliyê qebûl nakin û bi rêbazên cuda hewl didin vê projeyê têk bibin. Ew dixwazin em her di rewşeke şer de jiyan bikin û armaca wan ew e ku em tu mafê xwe bidest nexin û welatê xwe pêş nexin. Ji ber vê ew herêmên me dorpêç dikin û gelê me di komkujiyan re derbas dikin.”

ꞌEm ê biser bikevinꞌ

Xelîl di dawiya axaftina xwe de wiha axivî:” Gelê xwedî vîn ku şehîdên têkoşîna azadiyê bi xwîna xwe riya azadiya wan qelaştiye, tu carî li hember dijminên gelê Sûriyeyê bêdeng namînin. Emê bi ser bikevin.”

Di dawiya civînê de Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMꞌê bersiva pirsên beşdaran ên derbarê pêşveçûnên li herêmê û sîstema Federaliyê da.

(mm)

ANHA