1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Xeta Wan-Geverê ji 'pêvajoya çareseriyê' dûr e!
Xeta Wan-Geverê ji 'pêvajoya çareseriyê' dûr e!,xeta,wan,geverê,ji,pêvajoya,çareseriyê,dûr,e

Xeta Wan-Geverê ji 'pêvajoya çareseriyê' dûr e!

A+ A-

HASAN YOLDAŞ

WAN (DÎHA) - Li herêmê li aliyekî nîqaşên "pêvajoya çareseriyê" berdewam dikin li aliyê din qereqolên nû tên çêkirin, kadroyên cerdevaniyê tên dayîn û nokteyên lêgerînan 3 kat zêdebûn û ev yek dibe sedema bertekên welatiyan. Ajokarê bi navê Fuat Durgu yê ku 7 salin li ser xeta Wan-Geverê ajokariyê dike wiha got: "Berê em ji 3 nokteyên lêgerînê derbas dibûn lê niha hejmara van nokteyan 2-3 kat zêde kirin e. Ji ber her tim li nokteyên lêgerînê em tên rawestandin rêvîngên me mexdur dibin."

Dewlet û hikûmeta AKP'ê li aliyekî bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û KCK'ê re ji bo çareseriya pirsgirêka kurd muzakereyan dimeşîne li aliyê din xebatên cerdevaniyê, çêkirina qereqolên nû û nokteyên lêgerînê li herêmê dimeşîne. Berê di navbera Wan û Geverê de hejmara nokteyên lêgerînê 3 bûn lê di demên dawî de hejmara van nokteyan derxistin 9'an. Welatiyên di ser vê riyê dixebitin ji ber vê yekê bi qazinc in. Ajokarê bi navê Fuat Durgun ê ku 7 salin li ser xeta Wan-Gever dixebite diyar kir ku divê bi pêvajoya ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin rewşek baş dest pê bike dewlet li dijî vê yekê li herêmê nokteyên lêgerînê derxistin 3 qatan. Durgun, anî ziman ku 3-4 hefte berê kontrola riyan ewqas dijwar nebû û wiha got: "Berê em ji 3 nokteyên lêgerînê re derbas dibûn lê niha ev hejmar derxistine 2-3 katan. Ji ber ku her tim li nokteyê lêgerînê me tên rawestandin rêvîngên me mexdur dibin. Kesekî bi balafirê biçe bajarek din ji ber vê yekê nagihije balafirê. Ji ber nokteyên lêgerînê demê winda dikin. Disa hinek rêvîn nexweş in û divê biçin nexweşxaneyê ji ber vê yekê mexdur dibin. Welatiyên randevuya wan heyî dereng dimînin. Çend heftene nokteyên lêgerînê wisa zêde bûne û berê wisa nebû."

'Destûr hatiye dayîn'

Durgun, anî ziman ku lêgerînên tên kirin bi hinceta qaçaxçîtiyê tên pêk tên û wiha axivî: "Ji hemû qereqolan re dozgeriyê destûra lêgerînê daye û ev destûr qet xilas nabe. Li hemû nokteyên lêgerînê welatî rastî lêgerînê tên û çanteyên jinan dema peywirdara jin li wir nebe leşker berê xwe didinê û ev yek jî rewşekî baş nîn e. Dem dem kuçik tevlî lêgerînê dibin û çanteyan perçe dikin. Ji ber dema em di nokteyên lêgerînê de winda dikin em di saeta xwe da nagihijin duryanê û di rêzê de cih nagirin."

Kontrola rê ji 3'yan derxistin 9'an

Welatiyê bi navê Îrfan Delen ê ku 5 salin li ser xeta Wan-Geverê dixebite jî diyar kir ku berê pêvajoya çareseriyê li ser riyan nokteyên lêgerînê hebûn lê piştî pêvajoya çareseriyê dest pê kir hejmara berê 3 derxistin 9 nokteyên. Delen, anî ziman ku ji ber gelek caran tên rawestandin ajokar û revîn bi gazinc in û wiha got: "14 ajokarên li ser xeta me dixebitin ji ber vê pêkanînê bi gazinc in. Rêvîngên me ji ber lêgerînan nerihet dibin. Berê navbera Wan û Geverê 2 saet û 2 û nîv bû lê ji ber van lêgerînan 4 saet dem digire. Ji Stenbolê hta vir hezar û 600 kîlometre rêyê de tu lêgerîn tuneye lê di navbera Wan-Geverê de 8-9 nokteyên lêgerînê hene."

'Bi zanebûn van pêkanînan pêk tînin'

Ajokarê bi navê Serdar Bulut ê ku 13 salin li ser vê riyê dixebite jî diyar kir ku hem welatî û hem jî ajokar ji ber vê yekê nerihet in. Bulut, anî ziman ku li Tirkiyeyê di navbera Rojhilat û Rojava de pêkanînên cuda hene û wiha got: "Em li Tirkiyeyê dijîn lê ji ber ku em li Rojhilat dijin em rastî van pêkanîn tên. Em her tim diçin rojava. Lê li wir em rastî lêgerînan nayên. Li vir her tim nokteyên lêgerînê hene û welatî rastî lêgerînan tên. Welatiyên dixwazin bigihijin balafiran, ji ber ku di dema xwe de nagihijîn balafiran mexdur dibin. Rêvîngên nexweş di rê de nerihet dibin."

(bd)