1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Xewna Şeveke Havînê ya William Shakespeareê derket
Xewna Şeveke Havînê ya William Shakespeareê derket,xewna,şeveke,havînê,ya,william,shakespeareê,derket

Xewna Şeveke Havînê ya William Shakespeareê derket

A+ A-

“Hin kes çawa dikarin ji kesên din bextewartir bibin?!
Li seranserê Atînayê dibêjin, bi qasî wê bedew im.
Lê bi kêrî çi tê? Demetrius wilo nafikire,
Heta ku çewtiyê bike, bibe miriyê çavên Hermiayê
Û ez jî wiha bi hemû tiştên wî rayî bim,
Ji tiştê ku nas dike û pê ve dê tiştekî din nas neke.
Evîn dikare tiştên dera han î rûreş î virtîvala
Têxe dilqekî din, rûmetê bidiyê.
Evîn bi çavan nanihêre, bi xeyalan dinihêre,
Lewma Cupidê baskdar kor tê nîgarkirin.
Evîn nizane bisekine û hizir bike,
Baskên wê hene, çav nînin li ser, ber xwe nabîne difire.
Lewma jî dibêjin, Evîn zarokek e,
Ji ber ku di hilbijartinê de pirr caran tê xapandin.
...”

Xewna Şeveke Havînê ya ku William Shakespeareê gewre ew çar sed û hevdeh sal berê nivîsiye, yek ji parçeyên zêrîn ên gerdûna şanoya Shakespeare e, yên ku li hemû cîhanê navdar in. Xewna Şeveke Havînê, ku Shakespeare tê de çîroka xwe ya mirovan û cin û periyan ji çavkaniyên dîrokê û ji zargotina gelê xwe tîne, êdî bi zimanê Kurdî yê dewlemend, li ber dest e!

Pirtûk ji aliyê Weşanên Lîs ve di meha avrêlê de hate weşandin. Tevî "Xewna Şeveke Havînê" 3 pirtûkên William Shakespeare heta niha ji aliyê Weşanên Lîs ve hatine weşandin. Berhem ji aliyê wergêrê gewre Kawa Nemir ve hatine kurdîkirin.