1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Xewnek, du jin
Xewnek, du jin,xewnek,du,jin

Xewnek, du jin

A+ A-

RÛKEN ADALI - STENBOL 07.10.2013 08:14:57 Ûlrîke, mîna ku haya wê ji bûyeran nîne dê li pirtûkxaneyê rûniştibûya, lê nekir. Ji ber ku di mejiyê wê de xewnek hebû û ji "wê" paceyê xwe avêt, dest bi têkoşîna îllegal kir. Piştî bi salan Gûrbetellî jî dikarîbû li cihekî rawestiya, lê nesekinî. Di hişê wê de jî xewnek hebû û berê xwe da çiyê, bû gerîla. Du rojnamevanên jin; yek jê li rojava ya din jî li rojhilat li dû xewna "azadiyê" beziyan. Ji bo bidin jiyîn, jiyana xwe dan.

Îro rojbûna damezrînera Fraksiyona Artêşa Sor a Elman (RAF) Ûlrîke Meînhof e, ku li hucreya bi tena serê xwe lê dihat ragirtin, hat kuştin. Eger Ûlrîke ji aliyê dewleta Elman ve nehatibûya qetilkirin, dê îro 79 salî bûya.

Sibê jî 16. salvegera qetilkirina yekemîn gerînendeya giştî ya jin a rojnameya Gundemê Gûrbetellî Ersoz e ku li gel 35 hevalên xwe yên jin, di encama operasyona artêşa Tirk û PDK'ê de jiyana xwe ji dest dan.

Yek jê li rojava, ya din jî ji rojhilat du jin. Her du jî rojnamevan bûn; Pênûsên herî baş ên serdemên xwe bûn, berpirsyariyên mezin hilgirtibûn ser milê xwe.

ÛLRÎKE HEM NIVÎSKAR HEM JÎ ÇALAKVAN BÛ

Ûlrîke, li kovara Kontret dest bi rojnamevaniyê kir, ku ev kovar destpêkê weke kovareke xwendekaran dest bi weşanê kir û dûre bi guhertina naverok û polîtîkaya xwe ya weşanê re xwe gihand civateke berfireh a xwendevanan. Piştî demekê bû nivîskara sereke ya kovarê. Dagirkeriya Vîetnamê ji aliyê DYE ve, ciwantiya Elman radîkal kir. Ûlrîke jî ev rewş ji nêz ve şopand û di quncika xwe de dinivîsand. Bi tenê ne dinivîsand, di heman demê de beşdarvanê çalakiyan bû. Di vê demê de damezrînerên din ên RAF'ê Andreas Baader û Gûndrûn Ensslîn nas kir.

LI ROJNAMEYA GUNDEMÊ DEST BI ROJNAMEVANIYÊ KIR

Gûrbetellî jî li Fakulteya Kîmya ya Zanîngeha Çûkûrovayê weke wezîfedara lêkolînê dixebitî û bi bandora derdora kovara Hedef re şoreşgerî nas kir. Di sala 1989'an de dema hati girtin 24 salî bû. Piştî 4 salan dema ji girtîgehê derket, li rojnameya Gundemê dest bi rojnamevaniyê kir. Bi bandora asta wê ya perwerde, zanyarî û ezmûna çandî re, di demeke kurt de berpirsyariya gerînendeya giştî ya rojnameyê wergirt ser milê xwe.

Dema ev wezîfe dimeşand, bi sedan polîsan di sala 1993'an de di Roja Mafên Mirovan de avêtin ser rojnameyê û hemû xebatkarên wê kirin binçavan. Beşek ji rojnamevanan di heman rojê de hatin berdan, lê Gûrbetellî Ersoz û 17 rojnamevan di binê çavan de hatin ragirtin. Li dû 12 rojên bi îşkence yên di binê çavan de, di 24'ê Kanûna sala 1993'an de ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Hejmara 5. a Stenbolê ve hat girtin. Gûrbetellî Ersoz ku 6 mehan girtî ma, piştî ji girtîgehê derket vê carê bû hedefa kontrgerîla û gef lê hat xwarin.

KARÊ DIKIR TÊRA ÛLRÎKE NE DIKIR

Li Elmanyayê di Hezîrana 1968'an de dema Qanûnên Rewşa Awarte ketin dewrê Ûlrîke Meînhof hinekî din jî fêm kir ku karê ew dike, têrê nake. Ji ber nêrînên cuda ji rojnameya lê dixebitî veqetiya û hîn bêtir bi pêdiviyên rojname yên polîtîkayê re mijûl bû. Di vê demê de, li ser girtina Andreas Baader û Gûdrûn Ensslîn re, di nava plana revandina wan de cih girt. Di çalakiya revandina Baader a li Esntîtuya Navendî ya Elman de, hemû çalakvan jin bûn.

Li gorî planê diviyabû Ûlrîke li cihê bûyerê, li pirtûkxaneya ku timî diçûyê, bêdeng bimîne û mîna ku haya wê ji tiştekî nîne rawest e. Lê belê ew li gorî planê tevnegeriya, ji pacê xwe avêt û gav avêt jiyana îllegal, bi gotineke din jiyana şoreşgeriya profesyonel.

BERÊ XWE DA ÇIYÊ

Gûrbetellî Ersoz jî dema ji girtîgehê derket, êdî şert û mercên wê yên rojnamevaniyê yan jî jiyanê nemabû. Lê belê wê demeke din jî karê rojnamevaniyê dewam kir. Di mehên havîna 1995'an de jî berê xwe da çiyê, gerîla.

Di sala 1997'an de di rêveberiya Biryargeha YAJK a Zapê de cih girt. Hem fermandar hem jî nefera lêgerîna azadiyê ya jinê bû. Her wiha "fîlozofa YAJK"ê ya hevalên xwe bû.

LI HUCREYA TECRÎDÊ HAT KUŞTIN

Ûlrîke û damezrînerên RAF'ê ku ji aliyê polîsên Elman ve dihatin lêgerîn, demekê li kampa El Fetîhê perwerde dîtin. Koma ku piştre vegeriya Elmanyayê, 3 banke bi yekcarê kirin malê gel û piştre hatin girtin. Ûlrîek Meînhof jî timî di rê de bû. Li malên nû digeriya, çavkaniyên çekan peyda dikir, ji stargehekê diçû ya din. Ûlrîke di vê demê de hewl dida bingeha teorîk a rêxistinê jî ava bike.

Ûlrîke di sala 1972'an de hat girtin û li hucreta tecrîdê hat ragirtin. Tevî ku doza der barê wê de dewam dikir di 9'ê Gulana 1976'an de li hucreya lê dihat ragirtin, bi awayekî daliqandî hat dîtin. Kesî bawer nekir ku dawî li jiyana xwe aniye, ew ji aliyê dewleta Elman ve hatibû kuştin..

BI 26 HEVALÊN XWE RE HAT QETILKIRIN

Gûrbetellî jî di 8'ê Cotmeha 1997'an de, di encama operasyona hevpar a artêşa Tirk û PDK'ê ya li Çiyayê Gare de bi 26 hevalen xwe yên jin re jiyana xwe ji dest da.

Yek li rojava ya din jî li rojhilat, du jin. Di demên cuda yên dîrokê de ji bo heman tiştî ji bo azadiyê têkoşiyan û ji bo bidin jiyîn jiyana xwe feda kirin!


Bêjeyên Miftehî