1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Xezeba Firatê ji du milên din ve
Xezeba Firatê ji du milên din ve,xezeba,firatê,ji,du,milên,din,ve

Xezeba Firatê ji du milên din ve

A+ A-

Duyemîn qonaxa operasyona Xezeba Firatê xezeba xwe li çeteyên DAIŞ´ê dibarîne û doh bajarokê Mehmûdlî yê li Rojavayê Reqayê hat rizgarkirin. Li aliyê bereya Til Seminê jî di milên din ên operasyonê ketin nava liv û tevgerê û li vê deverê 6 kîlomtroyan bi pêş ketin.
DAIŞ´ê derbeke din a giran xwar
Bajarokê Mahmûdlî yek ji deverên stratejîk e di warê hakimbûna li ser gundewarên Reqayê de. Li vir şer 3 rojan bênavber dewam kir, û di dawiyê de şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê bajarok rizgar kir. Agahiyên hûrgilî yên der barê şer de nehatin bidestxistin, lê belê li gorî çavkaniyên ji herêmê, di şer de gelek çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin, du wesayitên bombebarkirî, wesayiteke doçka li ser jî hatine rûxandin. Şervan li ser tevahiya bajarokî niha xwedî hikm in. Rizgarkirina bajarokî ji bo di warê şikandina bereya parastinê ya çeteyan de derbeke giran e ku li DAIŞ´ê ket.
Şervan ji milê Til Seminê 6 km bi pêş ve çûn
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ji milê Til Semin ve 6 kîlometroyan bi pêş ve çûn.
Şervanan pêr bi şev ji milê bajarokê Til Semin ê 12 kîlometroyan li başûr rojavayê bajarokê Eyn Îsayê, ji du baskan ve ketin nava liv û tevgerê û 6 kîlometroyan bi pêş ve çûn. Şervan li meydana şer hîna jî bi pêş dikevin.
Pêngava Xezeba Firatê ku bi mebesta Reqayê azad bike 4’ê Mijdarê dest pê kirî û bi qonaxa duyemîn berdewam dike, du baskên din yên operasyonê jî tevgeriyan. 
Tê payîn ku li ser vê mijarê rayedarên eskerê yîn Odeya Çalakiyan daxuyaniyê bidin.
110 gund hatin rizgarkirin
Di qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê de heta niha 110 gund hatin rizgarkirin, 277 çeteyên DAIŞ´ê jî hatin kuştin.
Di qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê de ku 10’ê Kanûna 2016´an dest pê kiribû, rûdanên girîng çêdibin. Di roja 21´ê ya operasyonê de (31´ê Kanûnê) du baskên din jî ketin nav liv û tevgerê. 
Heman rojê bîlançoya li gorî roja 2´ê a operasyonê hat eşkerekirin û li gorî vê 110 gund, bi dehan gundik û cihên stratejîk hatin azadkirin. Di şer de jî heta niha herî kêm 277 çete hatin kuştin, 13 çete jî bi saxî hatin girtin. 

 REQA