1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Xizmetkarekî fedekar ê Botanê bû'
'Xizmetkarekî fedekar ê Botanê bû',xizmetkarekî,fedekar,ê,botanê,bû

'Xizmetkarekî fedekar ê Botanê bû'

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Rêveberê SES'ê yê Cizîrê Azîz Yular, di 30'ê Kanûnê de dema jina birîndar xelas dikir, ji aliyê polîsên taybet ve hat qetilkirin. Hevalên Yular ên têkoşînê diyar kirin ku ew xizmetkarekî fedekar bû. Nûnerê SES'ê yê Cizîrê Sadullah Deger, diyar kir ku ew pir fedekar bû û digot "Em mafdar in û ji bo vê yekê pêwiste em heta dawî têbikoşin."

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 30'ê Kanûnê de Rêveberê SES'ê Azîz Yular, dema bi hawara jina birîndar ve çû û xwest wê rake nexweşxaneyê, bi guleya polîsên taybet hat qetilkirin. Aziz Yular, li Botanê kedek mezin da û di têkoşîna azadiya kurdan de rolê pêşengiyê lîst. Di qedexeyên kolanan ên Cizîrê de dîsa bajar terk nekir û bi hawara birîndaran reviya. Dema welatiyên ji aliyê polisan ve birîndar bûn bi hawara wan çû. Herî dawî dema bi hawara jina birîndar çû, ji aliyê polîsên taybet ve hat qetilkirin. Azîz Yular ê ji Cizîrê û bavê 5 zarokan, zarokê malbatê yê herî mezin bû. Hevalên Aziz Yular ê têkoşînê jiyana wî vegotin. Hevserokê Şaxa SES'ê ya Şirnexê Lezgin Gozlek, diyar kir ku Azîz her dem ji bo jiyana mirovan xelas bike têdikoşiya û pir fedekar bû. Gozlek, destnîşan kir ku dema ji bo jiyana mirovan xelas bike çû birîndaran rake ji aliyê polîsê sekvan ve hat qetilkirin.

'Ew her dem li pêş bû'

Gozlek, destnîşan kir ku Yular di qada têkoşînê û qada sendîkayê de her dem li pêş bû û wiha berdewam kir: "Xwe li hemberî hevalên xwe berpirsiyar dîdît. Mixabin me hevalê xwe Azîz winda kir. Lê ji bo hêzên faşîst ên paramiliterê bên darizandin emê têbikoşin."

'Me di 1'ê Gulanê de hev nas kir'

Sekretera Hiqûqê yê Şaxa SES'a Şirnexê Hamdiye Atli jî diyar kir ku dewletê Azîz bi zanebûn hedef girt û qetilkir û wiha got: "Çawa em şopa Eyup dişopînin, em dê doza hevalê xwe Aziz jî bişopînin. Rêya Azîz rêya me ye. Min Aziz Yular du sal berê di 1'ê Gulanê de nas kir. Azîz her dem di pêş de bû. Denge wî berz bû. Wê demê min nas kir. Piştre du caran me hev nas kir. Herî drawî em bi hevre çûn Pirsûsê. Em bi hevre çûn kampa penaberan a Pirsûsê."

'Dengê me yê bilind bû'

Nûnerê Tum Bel-Senê yê Cizîrê Abdulkerim Pusat jî da zanîn ku pir zahmet e ku mirov li pişt mirina Azîz bi axive û wiha got: "Hevalê min ê herî nêzîk bû. Hem hevalê min û hem jî xizmê min bû. Mirovekî pir humanîst bû. Pir fedekar û zîrek bû. Dengê me yê herî bi hêz û hevalê me yê herî çalak bû."

'Navê wî dê bi tîpên Zêrîn li Botanê bê nivîsandin'

Pusat, da zanîn ku cihê Azîz yê karê sendîkayî ê Botan û Şirnexê nayê dagirtin û ji bo karê sendîkayî pêş bikeve têdikoşiya û wiha got: "Duh min li nexweşxaneyê dît û min porê wî şeh kir. Min eniya wî maç kir. Aziz, di hesabê xwe yê civakî de herî dawî gotibû 'Têkoşina Botanê dê bi tîpên zêrîn di dîrokê de bê nivîsandin" Niha jî navê Aziz dê di bin berxwedana Botanê de bi tipên zêrîn bê nivisandin. Em dê şopdarê doza wî bin."

'Min bi wî dest bi têkoşîna sendîkayî kir'

Nûnerê SES'ê yê Cizîrê Sadullah Deger jî ani ziman ku piştî tayîna Aziz hat Cizîrê di sala 2011'an de ew nas kir û nerîna wî ya li jiyanê û têkoşînê pir germ bû. Deger, da zanîn ku jiyan û kesayetiya Azîz bi peyvan nayê gotin û pir fedekar bû. Deger, da zanîn ku dema bi fedakarî dixebitî canê xwe da û Ezîz xizmetkarê fedekar ê Botanê bû. Deger, destnîşan kir ku Azîz digot "Em mafdar in û em dê ji bo mafê xwe têbikoşin."

(mae)