1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Xizmên windayan vê hefteyê jî li qadan bûn
Xizmên windayan vê hefteyê jî li qadan bûn,xizmên,windayan,vê,hefteyê,jî,li,qadan,bûn

Xizmên windayan vê hefteyê jî li qadan bûn

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan vê hefteyê jî li Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin pirsîn hate xwestin ku kiryar bên darizandin

Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan a Amedê vê hefteyê jî bi slogana "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" cara 372'yemîn li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu hatin cem hev û çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine qetilkirin û windakirin hatin hilgirtin. Ji ÎHD a Amedê Abdullah Zeytun di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ligel hemû çalakiyan jî ji bo dîtina windayan tiştek nayê kirin, hemû dosyayên "kuştinên kiryar nediyar" li refikan tên rawestandin.

Zeytun bal kişand li ser biryara "îstîmlaqkirinê" ya Sûrê jî jî wiha got: "Wekî ku ev kirin ne bes in bi giştînameya ku duh hate derxistin ve dewleta ku îstîmlaq kir, piştî mirovên ku hatin qetilkirin vê carê jî dest bi qirkirina dîrokî kir."

Piştre di çalakiya vê hefteyê de aqîbeta Kerevîn Îrmez ê ku di 19'ê Cotmeha 1995'an de ji mala xwe hate binçavkirin û piştre hate windakirin hate pirsîn. Gotinên hevsera Îrmez, Emîne Îrmez a ku ji parêzerên Baroya Şirnexê re aniye ziman ji aliyê Rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Emîn Ermîn ve hate xwendin.

Ermîn agahiyên ku Îrmez ji parêzeran re parve kirine xwend û wiha got: "kerevan Îrmez di 1995'an de bi malbata xwe re li Sîlopiyê jiyan dikir. Di 19'ê cotmeha 1995'an de bi şev saet di 23.00-23.30'an deli derûdora mala we ya li Sîlopiyê hin deng bihistin. Ji wan kesan hin kes hewş derbas kirin û ketin baxçeyê malê û zor dan derî. Ji wan yekî bi gotine derî vekin heke venekin ez ê we hemûyan gulebaran bikim. Piştî ku yên malê derî vedikin ji dehan zêdetir leşker bi cilên kamuflajê, êlekên êrîşê, bi rûpoş ketin malê. Nehiştin cilên xwe jî li xwe bike û Kerevan Îrmez ji malê girtin û li panzerê siwar kirin. Dema ku hevser û zarokên wî xwestin li pey biçin. ji wan yekî bi kurdî axivî û gote rehet bin em ê îfade bigirin û bişînin. Kesên hatin malê bi tirkî diaxivîn. Li cem panzera ku Kerevan Îrmez hate siwarkirin wesayîtekî zirxî û wesayîtekî spî hebûn. Ji wî rojê heta niha ji Kerevan Îrmez afahî nehat wergritin. Piştî vî bûyerê nî Tengava Qesrikê cenazeyekî ku qirika wî hatiye jêkirin hate dîtin. Li ser cenaze şopên îşkenceyê yên giran hebûn. Tê payîn ku cenaze dibe ku aydî îrmez be û malbatê agahdar dikin. Malbat diçe cihê bûyerê lê tê fêmkirin ku aydî wî nîne. Ji wî demê heta niha ji Îrez agahî nehatiye wergirtin."

Piştî vî nivîsa ku hate xwendin xizmên windawan çalakiya rûniştinê pêk anîn û çalakiya xwe ya vê hefteyê bi dawî kirin.

ÊLIH

Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan wek her hefteyê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" di hefteya 372’emîn de çalakî li darxistin. Çalakî li serê kolana Gulîstanê li ber Abîdeya Mafê Mirovan pêkhat û rêveberên ÎHD, xizmên windayan û gelek kes beşdar bû û wêneyê kesên hatine windakirin û qetilkirin hatin hildan. Li ser navê malbatan rêveberê ÎHD’ê Fahrettîn Asutay daxuyanî xwend û destnîşan kir ku ev bû 372 hefte li qada aqûbeta windayan dipirsin û daxwaza edaletê dikin û got ku ew ê daxwaza edaletê bidomînin.

Asutay di berdawama daxuyaniyê de anî ziman ku ligel hemû êrîş û qedexeyan Newroz dîsa hatiye pîrozkirin û êrîşên tevkujiyê yên li hember bajarên Kurdîstanê şermezar kir. Asutay bal kişand ser bûyera Karamanê ya ji aliyê Weqfa Ensarê ve li hember zarokan tecawiz û destdirêjî pêk hatiye û got ku li şûna wezîr û AKP pêşiya şidet, îstîsmar, îxmalkarî, destdirêjî û tecawiza bigirin lê bi daxuyaniyên xwe da nîşandan ku çima li Tirkiyê pêşiya ve bûyeran nayê girtin.

Daxuyanî bi çalakiya 5 deqîqeyan a rûniştînê bi dawî bû.

ÎZMÎR

Komeleya Mafên Mirovan a Îzmîrê li ber Sumerbanka Konakê ya kevn daxuyanî da. Di çalakiya vê ehfteyê de aqûbeta Hasan Ocak ê ku di 21'ê Adara 1995'an de hate binçavkirin û qetilkirin hate pirsîn. Malbata Ocak û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin û pankarta "Winda wijdana te ye xwedî lê derkeve" hate vekirin. Rêvebêr ÎHD'ê yê Îzmîrê Caner Canli diyar kir ku Ocak piştî ku 58 rojan di bin çavan de maye bi awayekî îşkencekirî hatiye dîtin. Canli destnîşan kir ku ligel 21 sal derbas bûye jî kiryarên bûyerê nehatiye dîtin. Canli got ku heta edelat bi cih bê ew ê lêgerîna xwe bidomînin.

Piştre xwîşka Ocak, Husniye Ocak Acar aşivî û wiha got: "Îro li jêrzemînan mirov tên qetilkirin, cenaze li erdê tên kaşkirin. Bedena jinan kên teşhîkirin. Bila ji bîr nekin ku dê hesabê hemûyan bidin. Heta em ji wan hesab bipirsin li qadan bin."

Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.

(bg/sa)