'Xwe birêxistin bike ji bo tu civakê birêxistin bikî'
MEDYA DÊRSIM - TILTEMIR 18.06.2014 09:28:16 Li ser bingeha pergala rêveberiya xweseriya demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê, ku xwe dispêre rêveberiya gel, kar û barên birêxistinkirin, avakirina komînan û meclîsan dewam dikin. Bi rêxistinkirina komînan ji aliyê Yekîtiya Star ve birêve diçe û ev hemû jinên pêkhateyên din jî digire nava xwe. Li bajarokê Tiltemir Yekîtiya Star li ser vê bingehê dest bi kar û barê avakirina komîn û meclîsan kir.
Li bajarokê Tiltemir di 20 rojên dawiyê de bi qasî 13 komîn hatine avakirin. Avakirina komînan bi rêya lidar xistina civînên gel û ravekirina erka ku dikeve ser milê endamên komînan bi rêve diçe.
13 komînên ku ji aliyê Yekîtiya Star ve hatine avakirin hemû ji jinan pêk tên. Her wiha yek ji komînên di bajarokê Tiltemir de ji pêkhateya Ereb e. Lê komînên din ji pêkhateya Kurd û Ereb pêk tên. Heyanî niha hejmara endamên komînên ku li bajarokê Tiltemir hatine li darxistin bi qasî 318 ye, lê hîn jî wê ev xebata avakirina komînan di nava gundên girêdayî bajarokê Tiltemir de berdewam bike.
Pergala bi rêxistinkirina komînan di serî de xwe dispêra rêbazên demokratîk û hilbijartinê, li ser vê bingehê piştî demeke dirêj ji ravekirina pergal û erka komînan di nava taxan de, bi awayekî demokratîk hilbijartin pêk tên. Li ser vê bingehê li bajarokê Tiltemir ji 318 endaman 51 rêveberiya komînên taxan hatine diyarkirin û hemû jî bi rêya dengdanê bûne rêveberî û nûnerê komînên taxan.
Her wiha di nava komînan de komîteyên weke komîteya lihevhatinê û parastina hewirdor jî hatiye hilbijartin û wê hîn jî gelek komîteyên din jî werin amedekirin û hilbijartin. Her wiha tê payîn ku wê endamên komînên taxan bên zêdekirin ji bo hemû endamên taxê bikarin di nava xwe de hemû pirsgirêkên taxa xwe, bi xwe çareser bikin û ji bo taxa xwe projeyan derxînin.
Li ser navê rêveberiya Yekîtiya Star Rûken Cûdî di derbarê kar û barê avakirina komînan de û erka jin di nava komînan de axivî û got; “Armanca me ji avakirina komînan ew e ku jin bikare hêza xwe ya avakirina civakê nas bike û di nava jinan de yekitî pêk were. Em hîn zêdetir bi dirûşma xwe bi rêxistin bike heta tu bikarî civakê bi rêxistin bikî tevdigerin. Ji ber armanca me ya bingehîn avakirina civakeke demokratîk û wekhev e. Ji ber bi rêya komînên jin em dikarin civakeke li ser bingehê hişmendiya azadî û wekheviyê avabikin û hişmendiyên ku bi rêya hişmendiya dewlet û desthilatdariyê xwe di mejiyan de ava kiriye têk bibin. Her wiha wê bi riya van komînan hemû jin xwe li ser bingehê hezkirina jin ji hev re, hezkirin û xwedî derketina li axa xwe û welatparêzî roj bi roj mezintir bibe. Her wiha bi rêya van komînan wê hemû jin di nava hev de bi pêkhateyên din re di nava têkiliyeke bi hêz de bin û bi hev re hemû êş, pirsgirêk û çareseriyê parve bikin û xwe mezin bikin.”
