´Xwedî li daxwaz û jiyana girtiyan derkevin´
Demîrtaş: Xwedî li daxwaz û jiyana girtiyan derkevin
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş diyar ku heta ku nêzîkatiyeke rêzdar li hemberî greva birçûnê ya bê dem û dorneveger tune be girtî çalakiya xwe bi dawî nakin û wiha got: “Xwedîderketina li daxwazên wan xwedîderketina li jiyana wan e. Divê kurdên li Ewropayê qirîna wan bibîhîze.”
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş li bajarê Den Haag a Hollandayê duh tevlî civîna gel bû. Demîrtaş da zanîn têkoşîna gelê kurd ya li surgunê li Ewropayê dijîn tê şopandin û wiha got: “Têkoşîna hun dimeşînin ne li Kurdistanê ger li çar paçeyê Kurdistanê bi coş û heyecan bê meşandin wê demê ev gel azad e. Gelê ku ev biryar daye gelekî azad e.”
Demîrtaş da zanîn ku tiştên tên gotin kakila têkoşîna 30 salî ye û her wiha bal kişand ser tevgerên gel yên ji Bakurê Efrîkayê dest pê kir gihiştin welatên Rojhilata Navîn û herî dawî li Sûriyeyê ye.
Demîrtaş wiha got: “Li van welatên navbirî carna tevger qut bûne. Lê li Kurdistanê ev 30 sal e bi biryareke mezin têkoşîn heye. Ev ne rewşeke nû ye ku gelê kurd li jî neyarê xwe serî hildaye. Hemû cîhan geşedanên Rojavayê Kurdistanê dişopîne. Di pêvajoya bihara ereban de geşedana herî girîng şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye.”
ŞOREŞA ROJAVA, ŞOREŞEKE HERÎ GIRÎNG YA SEDSALÊ YE
Demîrtaş axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li welatên ereb dîktator yek bi yek li hev dikevin. Nîqaşên gelo dê demokrasî an jî dîktatoriyên modern bê avakirin hêj didome. Li Misir, Lîbya û Şamê her çiqas dîktator hidiweşin jî , dibe ku rêveberiyên demokratîk neyên şûna wê. Yanî dibe ku azadî neyê wan welatan. Îro trajediya welatên ereb ev e. Ya Sûriyeyê jî ev e. Îro gelek welatên cîhanê di serî de jî hikûmeta AKP’ê piştgiriyê didin artêşa azad ya Suriyeyê. Lê Rejîma Esad hilweşe jî nayê zanîn ku dê li şûna wê çi bê avakirin. Tenê li Rojavayê Kurdistanê bernameya pêşerojê ya gel heye. Ji ber vê jî şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa herî girîng ya sedsalê ye. Li gelek cihan bi komplo û hewldanên navnetewî Şoreşa Portakalîn kirin şoreşa qedîfe, Rojava jî bi hêza gel şoreşeke stratejîk pêk anî. Dixwazin demokrastiyê ava bikin. Dizanin xwe çawa bi rê ve bibin. Bi vê aliyê xwe şoreşa wan gelek girîng e. Rejîma Şamê bikeve jî ne diyar e ku ev hêz artêşa Sûriyeyê çi bîne. Rejîma ku ew jî ava bikin versiyona rejîma Esad e.”
ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA OCALANE
Demîrtaş da zanîn ku tu kes pêşeroja Suriyeyê nabîne û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salan berê geşedanên li Sûriyeyê biqewime gotibû û hişyarî kiribû. Demîrtaş wiha got: “Îro ev tez û pêşniyarê wî yek yek pêk tên. Ji ber vê jî ev şoreş şoreşa Ocalan e. Projeya Ocalan e. Ger li pêş Kurdan modelej çarseriya xweseriyê tune bûya, meclisên gel tune bûya, rêxistibûyîn tune bûya, gelê Rojava nekaribû û tiştekî wisa bikira. Yan dê bibûna maşa hêzên navnetewî an jî dê di komkujiya Esad re derbas bûna. An jî dê di nava bê çaretiyê de serî bitewanda.”
Demîrtaş got ev 5 salên dawî de li Rojavayê Kurdistanê xweseriya demokartîk pêngav bi pêngav pêk tê û bi formuleke ku kes nekare îtîraz bike ber bi azadiya xwe ve dimeşin. Demîrtaş wiha got: “Destkeftiyên kurdên Rojava di heman demê de destkeftiyên têkoşîna li seranserê Kurdistanê tê meşandine ye. Li Rojava kurdan li dijî Esad têkoşînek mezin meşand, lê li her derê Kurdistanê têkoşîn hebû.
Demîtaş diyar kir ku li Tirkiyeyê jî bi pêşniyareke çareseriyê ya dişibe vê têkoşînê dimeşînin û got ku AKP çareseriyê dirêj dike û demê qezenc dike. Demîrtaş wiha pê de çû: “Nîqaşên der barê kurd û pirsgirêka kurd de tên kirin ne daxwazeke AKP’ê ye. Destkeftiyeke têkoşîna azadiya gelê kurd e.”
ERDOGAN HEQERAT DIKE, TESLÎMBÛN XIYANET E
Demîrtaş di berdeamiya axaftina xwe de wiha got: “Ger têkoşîna ciwanên kurd tune bûya we tiştek wisa ji devê Erdogan nedibihîst. Ya TRT 6 vekir ne AKP, Erdogan e. Dema Erdogan hat desthilatdariyê gel têkoşîna kurd tune bûya, li wir dê gelê kurd jî tune bûya. Ji ber vê jî wekê ku lutfeke mezin kiriye wek heqaretê li kurdan bike dibêje bi van şikûr bikin ji van zêdetir tune;perwerde zimanê dayikê tune, ne mafê gelê kurd e. Ev jî îfalasa AKP’ê nîşan dide. Erdogan dibêje min ev daye we zêde nexwazin. Bêdengiya li dijî vê heqaretê îxanet e. Ez bang li kurdên di nav AKP’ê de cih digire dikim. Divê ji xwe bipirsin. Gel pêşeroja zarokên me ji rant û krediyê girîngtir e.”
NE PIRSGIRÊKA KURD, YÊN KURDAN NAS NAKE YE
Demîrtaş got ‘Ev pirsgirêka kurd nîne, pirsgirêka kesên kurdan nas nake ye’ bi kar anîn û got tu gel li welatê xwe koletiyê qebûl nake û got ev pêkûtî li Hollandayê bûya dê gel heman berxwedan nîşan dibaba. Demîrtaş diyar kir ku kurd ji ber têkoşîna xwe li her derê cîhanê bi hurmet tê nasîn.
DAXWAZÊN GIRTIYAN MIFTEYA ÇARESERIYÊ YE
Demîrtaş bal kişand ser greva birçîbûnê û got ev formûla çaseriyê ya cîhanê ye û girtiyên di grevê de silav kir. Demîrtaş wiha got:
“îro bi sedan girtiyan di nav şert û mercên zehmet de bedena xwe dane ber mirinê. Ji ber vê em yên derve dive zêdetir têbikoşin. Du daxwaz hene; Ji bo rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Azadî, ji zimanê kurdî re azadî. Ev her du daxwaz mifteya çareseriyê ne. Heta ku nêzîkatiya bi rêzdarî nîşanê van daxwazn neyê dayîn, girtî dê çalakiya xwe bidomînin. Ji ber vê piştevanî gelek girîng e. Divê em li daxwazên wan yanî jiyana wan xwedî derkevin.
Demîrtaş herî dawî bal kişand ser kampanyaya îmzeyan ya ji bo azadiya Ocalan a li Ewropa û seranserê cîhanê hatiye destpêkirin û got ku divê her kes rola xwe bilîze.
ANF NEWS AGENCY
