1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Xwedî li çand, ziman û nasnameya xwe derbikevin'
'Xwedî li çand, ziman û nasnameya xwe derbikevin',xwedî,li,çand,ziman,û,nasnameya,xwe,derbikevin

'Xwedî li çand, ziman û nasnameya xwe derbikevin'

A+ A-

ANF / 28 Gulan 2011 AMED - Namzeta Bloka Ked Demokrasî û Azadiyê ya Amedê Nursel Aydogan bi xebatên xwe yên ku di nava rojê de da meşandin bi hilbijêrên xwe re hate ba hev. Aydogan li Pasûrê tevli mîtîngê bû bang li cerdevanan kir û wiha got: "Werin di vê hilbijartinê de xwedî li nasname, çand û zimanê xwe yê dayîkê derkevin."

Namzeta Bloka Ked Demokrasî û Azadiyê ya Amedê Nursel Aydogan ya ku dê li Pasûr, herêma 2'yemîn ya Baglarê ango li taxên Selahattîn Eyyubî, Mevlana Halît, 5 Nîsan û Şêx Şamîl wê dengan bigire xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Aydogan duh serê sibehê jî li Pîran û Licê jî çû serdana esnafan û ji ba Hatip Dîcle piştgirî xwest. Aydogan piştre derbasî Pasûrê bû.

‘XWEDÎ LI ZIMAN, NASNAME Û ÇANDA XWE DERBIKEVIN’

Aydogan li Pasûrê mîtîng li dar xist û li qada mîtîngê bi coşeke mezin hate pêşwazî kirin. Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî sirûda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin. Aydogan bi kurdî silav da gel û piştre jî bal kişand li ser pêkanînên salên 1990'an. Aydogan dest nîşan kir ku Pasûr û gelek gund wê demê bi zorê hatine koçber kirin û Pasûrê bedeleke mezin da. Aydogan bang li cerdevanan jî kir û wiha axivî: "Hûn her çiqas cerdevantiyê dikin jî werin di vê hilbijartinê de xwedî li çand, nasname û zimanê xwe derkevin. Îro roja yekîtî û hevkariyê ye. Roj roja xwe efûkirinê ye. Ev gel ji were dibêje ku her çiqas we kêmasî kiribe jî werîn di vê hilbijartinê de bi me re bin. Werîn vê şansê ku hatiye dayîn baş bi kar bînin û dengên xwe bidin namzetên demokrasiyê." Pşitê Aydogan hûnermend Comerd derket ser dikê û bi stranên xwe ve gel coşand. Li gel hewaya germ pasûriyan heta dawî coşa xwe domandin û govend gerandin. Mîtîng bi stranên Comert û govendê bi dawî bû.

Piştî mîtîngê Aydogan û xebatkarên Blokê bi konvoyê çûn gundê Şavîşanê. Li vir çûn sersaxiya ji bo karkerê kurd yê ku hatibû gotin li Konyayê întixar kiriye. Aydogan ji bo malbatê sersaxê xwest û demeke jî malbatê re sohbet kir. Aydogan û kesên pêre piştre çên Licê.

JI BO DÎCLE CIVÎNA GEL

Ji bo namzetê Blokê Hatîp Dîcle jî li Licê bi beşdariya Aydogan û xebatkarên blokê ve civîna gel hate lidarxistin. Civîn li bîroya hilbijartinê hate lidarxistin û ji ber ku beşdarbûn zêde bû li ber bîroyê civîn hate lidarxistin. Di civînê de Aydogan bal kişand li ser hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û ji bo çareseriyê banga têkoşînê kir. Aydogan û xebatkarên Blokê piştre vegeriyan Amedê.

ANF NEWS AGENCY