1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Xwendekar heta êrîş bi dawî nabe naçin dibistanan
Xwendekar heta êrîş bi dawî nabe naçin dibistanan,xwendekar,heta,êrîş,bi,dawî,nabe,naçin,dibistanan

Xwendekar heta êrîş bi dawî nabe naçin dibistanan

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Xwendekarên Hezexê yên ku ji ber êrîşên dewleta AKP'ê dibistanên pergalê boykot dikin, diyar kirin ku heta êrîşên AKP’ê yên li hemberî gel bi dawî nebe dev ji boykota dibistanan bernadin.

Xwendakarên Hezexê yên Şirnexê ku ji ber êrîş û komkujiyên dewleta AKP’ê ya li hemberî gelê kurd gelek bi bertek in û dibistanên pergelê boykot dikin. Xwendekaran der barê armanca xwe ya boykotkirina dibistanan de agahî dan û balkişandin ser êrîşan. Xwendekarên ku 2 hefteye dibistanên pergalê boykot dikin, dan zanîn ku ew welatekî bi aram û azad dixwazin û bi armanca piştevaniya gelê Cizîr, Silopya, Kerboran, Nisêbîn û Sûrê dibistanên pergalê boykot dikin.

'Boykot piştevaniya xwerêveberiyan e'

Xwendekara bi navê Narîn Geçgel a ku diçe pola 8’an diyar kir ku ew ji ber zilma dewletê ya li hemberî gelê kurd dibistanên pergalê boykot dikin û wiha got: "Em bi boykota dibistanan dixwazin alikariyê bidin gelê Cizîr, Silopya, Kerboran, Nisêbîn û Sûrê. Em şer û pevçûnan naxwazin tenê jiyanek nû û welatekî azad dixwazin."

'Baykot heta êrîş hebin dê bidomin'

Xwendekar Botan Sadak ku diçe liseyê pola 4'an jî bi lêv kir ku li Bakurê Kurdistanê bi navê qedexeya derketina derve jiyan tê rawestandin û gelek hevalên wan tên qetilkirin. Sadak wiha axivî: "Dewleta tirk li hemberî gelê kurd bi hinceta qedexeya derketina derve komkujiyan pêk tîne, her roj zarok, jin, kal û pîr têne qetilkirin. Gelekî hevalên me niha nikarin biçin dibistanan em jî ji ber vê rewşê dibistanan boykot dikin. Boykota dibistanan dê heta ku dorpêçkirina li ser navçeyên bakûrê Kurdistanê rabin bi domînin."

'Em azadiyê dixwazin'

Xwendekar Îsa Babayigit ê ku diçe diçe pola 7'an jî got ku ew bi armanca şermezarkirina êrîşên dewletê yên li hemberî gelê kurd bi dawî bibe dest bi boykota dibistanan kirine û wiha domand: "Em azadî û aşitiyê dixwazin. Êdî bes e. Em dixwazin dorpêçkirinên li ser bajarên kurdistanê bi dawî bibin. Heta ku dorpêçkirinên li ser bajarên Kurdistanê bi dawî nebin em jî boykota xwe bi dawî nakin. "

'Hevalên me tên qetilkirin'

Xwendakareka ku nexwest navê xwe bide û diçe liseyê pola 2'yan jî got ew ji ber êrîşên dewleta AKP’ê ya li hemberî gelê Cizîr, Silopya, Kerboran, Nisêbîn û Sûrê dibistanan boykot dikin û ev tişt anî ziman: “Lê cihê ku heval, xwişk, bra, dayîk û bavê me bên qetilkirin em nikarin biçin dibistanan. Heta ku dorpêçkirinên li ser navçeyên Kurdistanê ranebin em ê neçin dibistanên xwe."

(frz-ke/eb/sa)