1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Xwendekarên kurd tên avêtin
Xwendekarên kurd tên avêtin,xwendekarên,kurd,tên,avêtin

Xwendekarên kurd tên avêtin

A+ A-

Xwendekarên Zanîngeha Rojhilata Nêzîk ên li Kibrisê dixwînin, piştî rastî êrîşa komek ulkucu hatin bûyer didomin. Piştî bûyeran 6 xwendekarên kurd hatin dersînorkirin. Ji xwendekarê kurd ê hate dersînorkirin Veysel Kaplan, diyar kir ku ji ber ew kurd bû hate dersînorkirin û seri li ÎHD'ê da. Kaplan, anî ziman ku 580 xwendekarên kurd ji ber ewlehiya wan tune daxwazname dane rêveberiya zanîngehê û xwestine qeyda xwe xera bikin.

Êrîş û tundiya li dijî xwendekarên kurd ên li zanîngehan her ku diçe zêde dibe. Yek ji van zanîngehên ku êrîşa li dijî xwendekarên kurd Zanîngeha Rojhilata Nêzîk a Kibrisê ye. Di 21'ê cotmehê de li zanîngeha Rojhilata Nêzîk a Lefkoşayê komek ulkucu çalakî pêk anîn û êrîşî xwendekarên kurd kirin. Piştî bûyerê polîsan gule bera hewa dan û 4 xwendekarên kurd binçavkirin. Polîsan xwendekarên bi navê Serdar Kayaalp, Firat Sandalci, Talha Fehmî Geylanî û Hamdi Seren bi fermana Wezîrê Karên Hundir dersînor kirin. Pişt re biryara ku 25 xwendekarên kurd bê pirsîn bên dersînorkirin hate girtin. Piştî biryarê polîsan Veysel Kaplan û Îbrahîm Halîl Dayan binçavkirin û dersînor kirin. Piştî bûyeran 6 xwendekarên kurd hatin dersînorkirin. Ji xwendekarê kurd ê hate dersînorkirin Veysel Kaplan, diyar kir ku ji ber ew kurd bû hate dersînorkirin û seri li ÎHD'ê da. Veysel Kaplan ê ku yek ji xwendekarên Zanîngeha Yakindoguyê ya Kibrisê ye û piştî êrîşa nijadperestan ji aliyê polîsan ve bi hevalên xwe re hate binçavkirin û piştre jî bi fermana Wezareta Karên Hundir bi îdiaya "îsyanê" hatin dersînorkirin diyar kir ku beyî ku wan derxînin dadgehê ew dersînor kirine. Kaplan wiha got: "Ji ber ku em kurd in, em dersînor kirin. Li Kibrisê komên nijadperest ji ber ku Kibriseke hevpar naxwazin êrîşên bi vî rengî pêk tînin. Bi taybetî jî sedama êrîşa li dijî kurdan ew e ku piştgiriyê didin gelê Kibrisê ji ber vê yekê jî em rastî êrîşa njadperestan tên."

'Ulkucuyên Mêrsîn û Tarsûsê anîn Kibrisê'

Veysel Kaplan, anî ziman ku piştî çalakiyên li navçeya Çelê ya Colemêrge û Bedlisê êrîşên li dijî wan zêde bûn. KAplan, da zanîn ku piştî van bûyeran gelek ulkucu ji dervê Kibrisê anîn û wiha got: "Di 21'ê cotmehê de koma ji hezar 500 kesên pêk dihat ji Mêrsîn û Tarsûsê hatin û li vir meş pêk anîn. Ji ber ku ewlehiya me tune bû em bi rayedarên zanîngehê û polîsn re axivîn û me fikarên xwe anîn ziman. Rêveberiya zanîngehê got me tedbîren pêwist girtine. Lê polîsan tu tedbîr negirt. Koma ulkucuyan bi ser me de meşiyan û li dijî gelê kurd gotinên qirêj û çêr gotin."

'Koma ulkucuyan di çavdêriya polîsan de êrîş kirin'

Kaplan, anî ziman ku bi meşa ulkucuyan re xwendekarên kurd zanîngeh vala kir û wiha berdewam kir: "Em neketin dersan û ji dibistanê derketin. Lê ulkucuyan di çavdêriya polîsan de êrîşî me kirin. Êrîşî xwendekarên kurd kirin. Êrîşa li dijî me 3 saetan berdewam kir. Me ji hêzên ewlehiyê xwest ku ewlehiyê bistînin. Lê wan jî got 'Peyvira me parastina avahiyan e' û em ne parastin. Piştî êrîşan her der li nava hev ket. Her tişt di bin kontorla zanîngehê û polîsan de pêş ket.

'Li Kibrizê zagon û edalet tune'

Kaplan, da zanîn ku di çalakiyê de 4 xwendekarên kurt hatin binçavkirin û pişt re Wezareta Karên Hundir der barê 25 xwendekarên kurd de bi îdîaya "Serî rakirine" biryar da ku li cihê hatin girtin derxin peşberî dadgehê û wan dersînor bikin. Lê hikûmeta Kibrisê bêyî li vê biryarê guhdar bike bêyî me derxin pêşberî dadgehê em dersînor kirin.

Kaplan, destnîşn kir ku piştî wezaretê der barê 25 xwendekaran de biryar dersînor da, polîs li malan derketin neçira xwendekaran û polîsan di serdegirtina malan de ew binçavkirin û dersînor kirin. Kaplan, destnîşan kir ku dema polîsan bi ser mala wan de girt xwest parêzer bixwaze û wiha got: "Dema min parêzer xwest gotin 'Hûn cudakar in. Mafê cudakaran ê parêzer bixwaze tune. Dostno pênûsa we zûde şikestiye' û neheqî li me kirin. Gef li me xwarin.

Kaplan, bilev kir ku hemû xwendekarên kurd ên li Kibrisê di bin gef û tundiyek dijwar de dijîn û ewlehiya wan tune ye. Kaplan, daxuyand ku 580 xwendekarên kurd ji ber ewlehiya wan tune daxwazname dan rêveberiya zanîngehê û xwestin qeyda xwe xera bikin. Kaplan piştî hate dersînorkirin ji bo alîkariya hiqûqî serî li Şaxwa ÎHD'ê ya Edeneyê da. DÎHA (mae)


Bêjeyên Miftehî