1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Xwepêşendanên çand û hûnerê
Xwepêşendanên çand û hûnerê,xwepêşendanên,çand,û,hûnerê

Xwepêşendanên çand û hûnerê

Li Amedê xwepêşendanên çand û hûnerê

A+ A-

Saziyên çand û hûnerê yên Amedê xebatên xwe yên çandî didomîne. Vê heftê jî şanoya dewletê ya li Amedê, navenda çand û hûnerê ya Cegerxwînê û şanoya bajêr bi bernameyên şano, mûzîk û fîlman dê xizmeta hûnerhezan bikin.

Li navenda çand û hûnerê ya Cegerxwînê îşev saet di 19:30'an de lîstika bi navê Ahtîgone ji aliyê şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bê pêşandan.

30'ê Adarê roja înê bi şev li navenda Cegerxwînê fîlma bi navê 400 derbe ya derhêneriya wê Françoîs Truffaut dike tê bê pêşandan. Dîsa 31'ê Adarê roja şemiyê bi şev li heman navendê Turan Şengul dê konser bide.

Li şanogeha Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî lîstoka bi navê "qeyd" a ji aliyê Zana Jarr ve hatiye nivîsandîn û Ruknettîn Gun derhêneriya wê dike her în û şemiyê saet di 20:00'an de tê pêşandan.

Şanoya dewletê ya Amedê jî lîstika çîroka mirovên bi qaçaxî dixwazin biçin Ewropayê û rêwitiya wan vedibêje pêşan dide. Lîstik ji aliyê Huseyîn Alp Tahmaz ve hat nivîsandin û derhêneriya wê jî Emrah Eren dike. Dîsa li heman navendê lîstika "îro here sibê were" tê pêşandan.

(ak)