1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Xweseriya Demokratîk biryara kongreyê ye nayê niqaşkirin"
"Xweseriya Demokratîk biryara kongreyê ye nayê niqaşkirin",xweseriya,demokratîk,biryara,kongreyê,ye,nayê,niqaşkirin

"Xweseriya Demokratîk biryara kongreyê ye nayê niqaşkirin"

A+ A-

Kampa BDP'ê û Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê ya ji bo nexşerêya pêşerojê diyar bikin û 4 rojan berdewam bike li Wanê dest pê kir. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk, ku beşdarî kampa wekîlên eniyê ya Wanê bû, diyar kir ku Xweseriya Demokratîk biryara kongreyê ye û nayê niqaşkirin.

Kampa parlementerên BDP û Eniya Ked, demokrasî û Azadiyê ya ji bo nexşerêya pêşerojê, nirxandina geşedanên dawî de niqaş bikin û 4 rojan berdewam bike, li Otela Merîtê dest pê kir. Di kampê de parlemenetên BDP'ê û Eniyê Leyla Zana, Murat Bozlak, Erol Dora, Ertugrul Kurkçu, Altan Tan, Esat Canan, Gultan Kişanak, Selahattîn Demîrtaş, Sirri Surreya Onder, Hasîp Kaplan, Ayla Akat Ata, Nursel Aydogan, Pervîn Buldan, Nazmî Gur, Îbrahîm Bînîcî, Adîl Kurt, Sebahat Tuncel, Sirrı Sakik, Demîr Çelîk, Halîl Aksoy, Husamettîn Zenderlîoglu, Ozdal Uçer, Bengî Yildiz, Ahmet Turk û Aysel Tugluk amede bûn.

Kampa BDP'ê û Eniyê ji aliyê çapemeniyê ve rastî eleqeyek gelek mezin hat. Beriya kampê Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk pirsên rojnamegeran bersivand û anî ziman ku biryara Xweseriya Demokratîk nayê niqaşkirin. Turk, anî ziman ku ew dê hem pêvajoya siyasî û hem jî bername û plansaziya pêşerojê niqaş bikin û nexşerêyê diyar bikin.

'Biryar nayên niqaşkirin'

Turk, pirsa rojnamegeran a "Heta dawiya kampê qedexeya axaftinê heye?" bersivand û diyar kir ku ev pêvajoyek hesas e û wiha got: "Ji ber vê yekê li ser navê komê kesek bixive baştir dibe." Turk, pirsa "Aysel Tugluk got xwezî me di wê demê de biryar aşkere nekira" jî bersivand û got "Biryara Xweseriya Demokratîk biryara kongreyê ye nayê niqaşkirin." DÎHA (mae)