1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ‘Xweseriya Demokratîk hêzekî guhertin û çareseriyê ye’
‘Xweseriya Demokratîk hêzekî guhertin û çareseriyê ye’,xweseriya,demokratîk,hêzekî,guhertin,û,çareseriyê,ye

‘Xweseriya Demokratîk hêzekî guhertin û çareseriyê ye’

A+ A-

KOBANÊ – PYD`ê li Herêma Kobanê rewşa siyasî ya dawî ku Herêma Kobanê tê re derbas dibe di civîneke berfireh de nirxand. Hevseroka PYD’ê Asiya Abdullah diyar kir ku modêla Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wekî hêzeke guhertin, pêşeng û çareseriyê ye.

Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Herêma Kobanê ji bo nirxandina rewşa siyasî ya dawî ku Herêma Kobanê tê re derbas dibe civîneke berfireh li navenda bajarê Kobanê lidar xist.

Bi dehan welatî, Endamên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û Hevseroka PYD’ê Asiya Abdullah amede bûn.

Hevseroka PYD`ê Asiya Abdullah derbarê rewşa Herêma Kobanê û pêşketinên siyasî yên ku tê re derbas dibe axivî.

Asiya balkişand ser qonaxa nû ya ku gelê kurd ketiyê û di asta tekoşîna gelê kurd li Rojhilata Navîn de ne û wiha got: “Modêla Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wekî hêzeke guhertin, pêşeng û çareseriyê ye. Bi taybetî di van 4 salên dawiyê de girêdayî rewşa Suriyayê û li herêmê hem di warê şer û şidetê ku tê de tê meşandin û hem jî di warê siyasetê û diplomasiya li herêmê di nava liv û tevgerê de ye. Lê rastiya ku li herêmê û di bin siya şideta li ser civakê de civakê dixwest ku guhertinek çêbibe.”

Abdullah da zanîn ku civak ji bo bigihe rojên îro ji bo vê yekê jî gelek bedelên mezin û tekoşîn çê bûne, lê di van rojên îro de îrade û hêza civakê derkevin pêş, divê sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk esas werê girtin.

Abdullah desnîşan kir ku şidetên ku îro li herêmê têne meşandin di asta herî xeter de ne û şerekî ku roja îro tê kirin jî nikarê bi tenê sera xwe guhertinên mezin bide avakirin, ji bo vê yekê jî wê ev şer berdewam bike.

Asiya Abdullah di dawiya axaftina xwe de wiha got : “Ev hemû êrîşên ku li ser gelê kurd yên li Rojava têne kirin tenê ji bo şikandina îradeya gelê kurd û paşvekişandina xeta wî ya şoreşê ne, lewra jî dijminên dijber bi van êrîşan dixwazin vîn, bawerî û îradeya gelê kurd têk bibin da ku gel ranebe li ser piyan”

(ah/ra)

ANHA