1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Xwîn neyê dîtin dê bimire!..
Xwîn neyê dîtin dê bimire!..,xwîn,neyê,dîtin,dê,bimire

Xwîn neyê dîtin dê bimire!..

A+ A-

Girtiyê nexweşiya pençeşerê Abdulsemet Çelîk ku li Girtîgeha Tîpa Hêjmad 2 a Tîpa F a Sîncanê ye û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Numuneya Enqereyê tê dermankirin, her diçe rewşa wî giran dibe. Hate zanîne ku pêdiviyê xwînê ji 4 unîte 0RH (+) derketiye 6 unîteyan.

Girtiyên Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê Abdulsamet Çelîk ku 4 sal berê bi nexweşiya pençerê ket, her ku diçe rewşa wî giran dibe. Çelîk ku pêwiste neqilkirina xwîna mejî bê kirin, ji ber ku mejiyê neqilkirina nayê kirin. Li gel hezar û 500 kesan ji bo mejiyê xwînê bidin Çelîk serî li rayedaran dan jî, heta niha ev serlêdan li ber çavan nehatin girtin û tahlîl nehatin girtin. Çelîk ku divê her tim bê kontrolkirin, nayê dermankirin. Rayedarên Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Numuneya Enqereyê rapora "pêwiste 6 mehan serbest bê berdan û li nexweşxaneyê bê razan" da. Lê ligel ev rapor ji aliyê Saziya Tipa Edlî ve jî hate erêkirin, dîsa Çelîk nayê berdan. Herî dawî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Numuneya Enqereyê, diyar kir ku her diçe rewşa wî giran dibe û pêdiviyê xwînê ji 4 unîte 0RH (+) derketiye 6 unîteyan. Niha bi lezgînî pêdiviya Çelîk bi 6 unîte 0RH (+) xwînê heye. Kesên dixwazin xwînê bidin divê serî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Nimûne bidin.

DÎHA (mae)


Bêjeyên Miftehî