1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Xwîna me jî birije em dev ji dozê bernadin'
'Xwîna me jî birije em dev ji dozê bernadin',xwîna,me,jî,birije,em,dev,ji,dozê,bernadin

'Xwîna me jî birije em dev ji dozê bernadin'

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Kurdistanî li hemberî zilma dewletê li pişt barîkatan, li kuçe û kolanan, li çol û çiyan berxwedanê mezin dike. Hezexiyên li hemberî êrîşan li ser piyan de daxuyandin ku xwîna wan jî birije dê dest ji berxwedan û têkoînê bernedin. Hemwelatiyan li hemberî êrîşan balkişandin ser girîngiya yekîtiyê û bang li tevahiya gelê kurd kirin ku rabin ser piyan.

Êrîşên dewletê yên li ser rêveberiyên xwe cihî yên bi çekên giran û beşdariya deh hezaran leşkaran didomin. Li hemberî êrîşa gelê kurd berxwedanek bêhempa ya dîrokî nîşan dike û hêzên êrîşkar paş dixîne. Êrîşên dewletê yên li ser Silopî, Kerboran, Sûr û Cizîrê 12 roj li dû xwe hiştin. Duh bi armanca şermezarkirina êrîşên dewletê yên li ser bajarên Kurdistanê bi hezaran hezexî bere xwe dan Cizîrê û bi kilometrayan meşiyan. Ji beşdarên meşê Hediye Ornek, bertek nîşanî êrîşên AKP’ê yên li hemberî gel dan û diyar kirin ku ew dê heta dawiyê li hemberî êrişên AKP’ê li berxwe bidin.

'Xwîna me birije jî em dest ji dozê bernadin'

Ornek ku ji gundê Tilêla yê Hezexê tevli meşê bû, diyar kir ku xwîna wan li ser axa Kurdistan bê rêtin jî ew dev ji doza xwe bernadin û wiha axivî: “Em tene doza mafên xwe dikin. Erdogan doza çê li me dike. Erdogan dize. Ger ku Erdoganê diz ew qas mirxas e bila kurê xwe bişîne Kurdistanê nav şer. Em ji ber ku doza mafên xwe dikin li hemberî me şer daye destpê kirin û gazê davê nava çavên me. Gaz ne heqê me ye. Em ê mafên xwe teqez bigirin.”

'Berê jî wiha hovane di ser me de dihatin lê...'

Salih Dadak ku eslê xwe ji Cizîrê ye û tevli meşe bû jî da zanîn ku AKP bi top û tangan di ser gelê kurd de tê û her roj zarokên kurd gulebaran dike. Dadak ev tişt got: “Ev gulebaranên wan dê di demeke nêz de hemû vala derin. Me di salin 90’î de ji van rojan xeraptir jî dît. Dîsa wiha bi hovane di ser me de dihatin. Lê me ji ber ku li ber xwe da ew bi serneketin. Ne mumkun e ku niha jî bi serkevin. Em teqez zilm û terora dewletê ya li hemberî xwe qebûl nakin û em ê berxwe bidin.”

'Çare berxwedan e'

Dadak di berdewam axatina xwe de bi bîr xist ku li cîhanê kes derdê kurdan napirse û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê çara me berxwedan e. Divê em ji bo serkeftinê li ber xwe bidin. Heta ku dilopek xwîna me hebe em ê li hemberî terora dewletê têbikoşin.” Dadak di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ji malbata wî gelek kes li Taxa Nurê ya Cizîrê dimînin û di bin dorpêça polisên AKP’ê de ne. Dadak got ku li taxê heta niha gelekî kes ji aliyê polisan ve hatine qetilkirin.

'Li dijî tetora dewletê yekîtî divê'

Welatiyê bi navê Zîver Ornek jî bal kişand ser yekitiya kurdan û xwest ku gelê kurd li hemberî êrişên AKP’ê serî hilde. Ornek bi lêv kir ku li Cizîrê gelek kes bi qetilkirinê re rûbirû ne û axaftina wiha domand: “Li hemberî terora dewletê divê gele kurd yekitiya ava bike û rabe serhildanê." Ornek bang li rayedarên dewletên biyanî kir û got divê hemû rayedarên dewletan dengê kurdan ê li hemberî zilma AKP’ê bi bihîzin.

(ke-frz/eb/sa)