1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YBŞ: Sala nû wê bibe sala serketina gelan
YBŞ: Sala nû wê bibe sala serketina gelan,ybş,sala,nû,wê,bibe,sala,serketina,gelan

YBŞ: Sala nû wê bibe sala serketina gelan

Fermandariya YBŞ'ê di peyama xwe ya ji bo sala nû de ragihand, ku heta bihostek xaka wan di destê çeteyan de bimîne, ew ê nesekinin û destnîşan kir, ku di sala nû de ew ê berxwedan û têkoşîna xwe mezintir bikin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Fermandariya YBŞ'ê di peyama xwe ya ji bo sala nû de ragihand, ku heta bihostek xaka wan di destê çeteyan de bimîne, ew ê nesekinin û destnîşan kir, ku di sala nû de ew ê berxwedan û têkoşîna xwe mezintir bikin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi wesîleya sala nû daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êşên giran ên civakên Rojhilata Navîn di sala 2015'an de kişandine û hat gotin, "Bi taybet bi êrîşên çeteyên hov û wehş re gelek însanên me jiyana xwe ji dest da. Li ser soza ku me dabû van şehîdên xwe di heman demê de saleke berxwedanê bû. Em dikarin bêjin di sala derbasbûyî de gelek derbên giran jî li van rêxistinbûnên rîhabî (terorîst) hat dayîn. Hîn jî berxwedan û parastinên me yên cewherî li hember van hêzên xwînxar berdewam dikin."

GELÊN ROJHILATA NAVÎN ÊDÎ HIŞYAR BÛNE

YBŞ'ê da xuyakirin ku gelên li Rojhilata Navîn êdî hişyar bûne, bi erka xweparastinê hesiyane û ev xal destnîşan kir: "Berxwedan û serketinên Rojava gelek hêz û bawerî da hemû gelên bi salan bêparastin mane. Em jî wek civaka Êzidî ku gelek êş û azar me dîtiye û herî dawî bi fermana 73'an birînên gelek kur me jiyan, bi navê YBŞ me xwe rêxistin kir û erka parastina civaka xwe girt ser milê xwe. Ji ber ku me dît ku wek civak eger em xwe neparêzin hêviyên ji dewletên derve bersiva me na de. YBŞ wek hêzeke Êzîdxan ne tenê ji bo civaka Êzîdî ji bo hemu gelên heremê garantiya jiyanê ye. Ji ber ku em li ser bîrdoziya mafê hemû gelên heremê dikare baweriya xwe azad bijî me xwe rêxistin kiriye. Ji bo vê jî erka me ne tenê parastina gelê Êzîdî, parastina hemu civakên bi neheqiyan re ru bi ru maye ye. Bi taybet welatek wek Iraqê ku ji aliyê hêzên çete wek DAIŞ û hevrêyên wî gelek êşiya ye erka me ya sereke rizgar kirin û parastina sûnoran welatê xwe ji van çeteyan e."

HETA BIHOSTEK XAKA ME DI DESTÊ ÇETEYAN DE BIMÎNE, SEKIN LI ME HERAM E

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê diyar kir ku berxwedan û têkoşîna wan a li Şengalê û li herêma Geliyê Şîlo li ser çeteyan tirs û şikandineke pir mezin ava kiriye û wiha dewam kir: "Ji 3 Tebaxê vir de wek keç û xortên Êzidî me têkoşînek bêhempa li hember wan hovan dan û em hîn jî didin. Dibe ku Şengal rizgar bibe lê hin gelek gundên Şengalê di destê wan hovana de ye. Careke din heta bostekî axa Iraq di destê wan hovana de bimîne me sekinandin ji xwe re heram kiriye. Li ser vê esasê em ê bi hemû hêzên ku li hember wan çeteyan têkoşîn dikin re mil bi mil berxwedanek bidin meşandin.

EM Ê BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN

Em di serî de serketina artêşa hikûmeta navendî ya Iraqê ku li Ramadî daye nîşandan pîroz dikin. Niha jî wek herm Mûsil, Til Afer, Beac ku hem cîranê Şengalê ye hem jî hebûna çeteyên wir her tim li ser me wek xeteriyek dide avakirin em ê têkoşîn bikin. Em bi hêzên Artêşa Iraq û hemû hêzên ku li hember DAIŞ'ê dikin re têkoşîna rizgarkirina Mûsilê û derdorên wê bidin meşandin. Em ê bi hêza ku rizgarkirina Şengal û Ramadî de derketiye holê di sala 2016'an de rizgarkirina Mûsilê, Tel Afer û derdorên wê diyariya hemû gelên heremê bikin. Wê rizgarkirina van axana bibe bingeha civaka demokratîk û yekitiya gelan. Di sala nû de em soza berxwedan bilind kirin û têkoşîn mezin kirinê didin hemû gelên heremê."