1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. YE bikaranîna poşetên plastîk kêm dike
YE bikaranîna poşetên plastîk kêm dike,ye,bikaranîna,poşetên,plastîk,kêm,dike

YE bikaranîna poşetên plastîk kêm dike

A+ A-

BRUKSEL - ANF Nûnerên 28 endamên YE’ê li Brukselê li hev kirin ku di nava 10 salên pêşiya me de bikaranîna poşetên plastîk ji sedî 80 kêm bikin. Li gorî lihevkirinê welatên YE’ê ji bo poşetên plastîk wergirtina pere, bac an jî qedexekirinê wê biçin. Welatên endam ji bo pêşîgirtina bikaranîna poşetên plastîk tedbîrên di cih de wê pêk bînin.

Bi tedbîrên ku YE digire re wê bikaranîna poşetên plastîk gav bi gav bên kêmkirin. Li gorî vê di 2010’an de salê 100 mîlyar poşetên plastîk tên bikaranîn û serî kesî salan e 198 poşet dikeve. Heta sala 2019’an tê hedefkirin ku serî kesî 90 poşet û heta 2025’an bikeve 40’î.

Welatên endam ji bo bikaranîna poşetên plastîk kêm bibe wê ji kargeriyên bazirganî heq daxwaz bike.

Poşetên diavêjin xwezayê nêzî 100 salî tevlî axê nabe, û di derya û okyanusan de ji bo zindiyan xetereyek mezin e. Li tevayî cîhanê bi giştî poşet bê pere tên dayîn lê li hinek mexazeyan bi pereyan tê dayîn.