1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. YE Dê Gotûbêjên Siyasî ligel Kûbayê Destpê Bikin
YE Dê Gotûbêjên Siyasî ligel Kûbayê Destpê Bikin,ye,dê,gotûbêjên,siyasî,ligel,kûbayê,destpê,bikin

YE Dê Gotûbêjên Siyasî ligel Kûbayê Destpê Bikin

A+ A-

(Dengê Amerîka) Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtîya Ewropayê Catherine Ashton di daxuyanîyekê de roja Duşemê got ku ew hêvî dike Kûba pêşniyara YE bibe da ku herdu alî bihev re zû dest bi avakirina peywendîyeke nêzîktir bikin.

Ev ragihandin li dema kombûneke wezîrên derve yên YE li Brûkselê hate kirin. YE dixwaze rêkeftineke dualî ya nû ligel Havana çê bike. Germbûna peywendîyên wê ligel Kûba di salên dawî vê yekê piştrast dike.

Sala 2008an, Brûksel sizayên abûrî rakirin ku li ser Kûbayê berî bêtirî deh salan ferz kiribû, piştî tepeserkirinekê li dijî rikaberên hikûmetê. Amerîka jî sala 2011 astengkirinên sefer ji Kûbayê hilanî, û herwiha hinek nîşanên din yên nermbûna peywendîyan hene.

Bêtir agahî di vê raportê de.