1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Yekem fabrîkeya pitikan vebû
Yekem fabrîkeya pitikan vebû,yekem,fabrîkeya,pitikan,vebû

Yekem fabrîkeya pitikan vebû

A+ A-

Jin û mêrên rojavayî (rojavayê cîhanê) ku nikarin bibine xwedî zarok, pare didine jinên hindî û ew ji dêlva wan ve bi zaro dimînin. Niha ji bo vî karî li Hindistanê ”Fabrîkeya Pitikan” vebû. Li ”Fabrîkeya Zarokan” ku bi hewldana doktora hindî Nayna Patelê hate vekirin, rojavayiyên ku bi derfetên xwe nikaron bibine xwedî zarok, jinên ”dayikên hilgêr” kirê dikin û dibine xwedî zarok. 
Li gor nûçeya BBC4, li nexweşxaneya ku li eyaleta Gujarata Hindistanê vebûye, heya niha 100 jin û mêrên rojavayî, li pêşberî 28 hezar dolarî jinên jar ên hindî kirê kirine. Jin bi spermên mêrên rojavayî û hêkên xwe ve bi zaro dimînin û ji van 28 hezar dolaran, 8 hezar dolarî ew digirin. Eger ”dayika hilgêr” cêwî bîne, 2 hezar dolarên zêde jî didinê.

Xwediya fabrîkeya zarokan ku li Hindistanê bû sedema nîqaşan Dr. Nayna Patel dide zanîn ku kesên ku dixwazin bibibe xwedî zarok, bi rêya qasidan spermên xwe an embriyoyên xwe dişînin û piştî neh mehan, tên zarokên xwe dibin û diçin.


Werger: Amîda Kurd


Bêjeyên Miftehî