1. Hemû Nûçe

  2. Gotar

  3. Yekem kovara Zimanê Dayikê dest bi weşana xwe kir
Yekem kovara Zimanê Dayikê dest bi weşana xwe kir,yekem,kovara,zimanê,dayikê,dest,bi,weşana,xwe,kir

Yekem kovara Zimanê Dayikê dest bi weşana xwe kir

Yekem kovara Zimanê Dayikê, li Swêdê dest bi weşana xwe kir

A+ A-

Kovara Zimanê Dayikê bi zimanê swêdî, li ser grîngî, pirs û girêkên li pêşiya ziman û grîngiya ziman, di pêşkeftin û perwerdeya zarokan de grîngiya zimanê dayikê radiweste.

Kovar bi projeya nivîskar û mamosteyê zimanê kurdî Mahabad Felat Arda ve ji aliyê komek mamosteyên ziman ên li bajarê Motalaya Swêdê ve tê derxistin. Berpirsyariya kovarê ji aliyê Mahabad Felat Arda ve tê kirin.

Kovar, li ser mijarên bi zimanê dayikê ve girêdayî cî dide gotar û lêkolînên zanistî, mînakên di jîyana mirovan de, hevpeyvîn û nûçeyan.

Armanca kovarê bi taybet di pêşxistina perwerde û pêşeroja zarokan de balkişandin û pêşxistina bihîstyariya li hemberî grîngiya zimanê dayikê ye.

Mahabad Felat Arda di vî warî de balê dikşîne ser grîngiya gotar û lêkolînên zanistî û bang li hemû mamosteyên ziman dike ku di çarçoveya armancên kovarê de destekê bidine kovarê û kovarê bi hev re bi pêş bixin.

Kovara Zimanê Dayikê (Modersmål) dê niha her termînê du caran ango sale 4 caran derkeve.

Amîda Kurd amidakurd.net