1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. ‘Yekem’ xêze romana ku pirsgirêka kurdan vedibêje
‘Yekem’ xêze romana ku pirsgirêka kurdan vedibêje,yekem,xêze,romana,ku,pirsgirêka,kurdan,vedibêje

‘Yekem’ xêze romana ku pirsgirêka kurdan vedibêje

A+ A-

MAXİME AZADÎ - PARÎS 18.01.2014 08:14:11 Nivîskarê Italî Marîna Girard romana grafîk a ku pirsgirêka Kurdan vedibêje “Kurden People”, bi zimanê Fransî jî weşand. Weşanvanê Fransî Chloe Marquaire, diyar kir ku nêzîkatiya azad ya nivîskarê xêze romanê ji bo fêmkirina pirsgirêka tevlihev, em wek hêzekê dibînin.

Marina Girard ku Kurdan weke netewa Cîhanê ya herî mezin ya bê “dewlet” bi nav dike, berhema wî a ku vê tekoşîna wan dike mijara xwe, bê ku bi nêzikatiyekî jeopolîtik rabiweste, pirsgirêkekî tevlîhev di nava tevahiya wê de bi şêweyekî bi bandor pêşkêş dike.

Di romana Kurdên People a ku yek ji berhemên herî kêm a ku bi perspektîfên xêze romanê temaşeyî pirsgirêka Kurd dike, nivîs û dîtin bi şeklekî pir serbest dikeve nava hev.

Di romana grafîkê de piştî yekem rasthatina Sonya a li gel Kurdan şûnde şopên serdana ku ji bo Rojhilata Navîn kiriye di şopîne. Sonia, ku xwandevanên xwe dixwe nava rêwîtî û lêpirsînên xwe de ber bi rû bi rûbûna rastîya dîroka gelekî ve dibe.

Italyanê ciwan dema ku ji betlaneya Girît vedigere li peravên Partasê bi ciwanên Kurd yên ku ji zûlmê revîne re rû bi rû tê. Sonia li Venedîkê şahadiya vê reva bidawî dike. Salên xweyên xwendekariyê di vî bajarê sehrî, ji bo Sonia ev rêya kaçaxtiyê dibe yek yên herî trajedîk. Sona ji bo serpêhatiya Kurdên penaber bizane ber bi Rojhilata Navîn, xakên Mezopotamya berê ve dikeve rêyê. Italıyanê Cıwan rêwîtiya xwe a ji bo çiyayên Kurdistanê bi demê re vedigerîne rêwitiyek, tûndiyên gelekî ku bi salan pêre rû bi rû meye radigehîne roja îro.

“Kurden people” ku di şêweyê sernivîsekî gerê deye, di sala 2008’an de xelata Festîvala Ravenne a Navnetewî ya Komikazen realist ya çizgî romanan girt. Ev roman piştî pênc salan şûnde di Nîsana 2013’an de cara yekem weke Fransa hate weşandin. Roman bi pêşgotina mûdurê lêkolînê yê Dibistana Lêkolîna a Bilind ya Zanîstên Civakî (EHESS) û pisporê Tirkiyê Hamit Bozarslan derket.

Mala biçûk a weşanê Agrume ku pirtûk kir Fransî, di herêma siyasî, dîrokî û sosyolojî de pirtûkên ku gelek mijarên ji pirsgirêkên herî mezin yê Cîhanê bi şêweyekî original vedibêje wedişîne. Weşanvan Chloe Marquaire ku ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku pirtûka Marina Girand ku pêştir li Italya hatiye weşandin ew pir bandor kirye û wiha dewa kir: “Girêdayî gelê Kurd pirsgirêka ev çend tevlîhev a ax û nasnamê ji bo me pir giring hat.”

Maarquaire jî wiha got: “Ev mijara weke xêze romanek girtine dest em dihizirîn ku kesên din yên şêweyên xwe îfadekirinê ne gihe wan dibe wan bandor bike.”

Marquaire wiha got: “Ev çend serbest nêzîkbûna nivîskar a ji bo pirsgirêkekî ev çend tevlîhev, ji bo bîne ser ziman me weke hêzek mezin jêre pêwiste dît, hele di mijarekî ku bi şexsî ji bo ser axa Kurdistanê rêwitiyek girtiye bi cisim kirina wê, venêrînekê pêşkêş dike.”

*pirtûka ku Maud Cantarîn ji Italî wergerandiye, bi 14 Euro tê firotin li mala weşanê, malperên nûçeyên yên Kurdî weke ANF û Fransizî ActuKurde.fr ji bo xwandevanên xwe bahayekî bi 9.80 euroyan dide pêşniyar dike: bi vê navnîşanê dikarin li gel mala weşanê têkilî danin: “[email protected]