1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Yekemîn konferansa jinên Êzidî li Kampa Newroz destpêkir
Yekemîn konferansa jinên Êzidî li Kampa Newroz destpêkir,yekemîn,konferansa,jinên,êzidî,li,kampa,newroz,destpêkir

Yekemîn konferansa jinên Êzidî li Kampa Newroz destpêkir

A+ A-

DÊRİK – Li Kampa newroz ya gelê Şengalê, jinên êzdî yekemîn konferansa xwe li darxist.

Konferans bi amadebûna 165 jinên kampa Newroz û endama Rêxistina Wexfa Jinên Azad a Rojava Axîn Amed û Rêveberiya Yekîtiya Star Henîfa Hesên û jinên Meclisa Avaker a Êzidiyên Şengalê amadebûn.

Cihê konferansê bi wêneyên tekoşeran, wêneyên yên Fermana Şengalê û posterên Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan xemilandin.

Konferans bi deqek rêzgirtin dest pêkir. Piştire dîwana konferansê ji pênç kesan hate hilbjiartin.

Piştire Rêvebera Kampa Newroz Pelda Çiya axivtin kir û serkeftin jibo jinên Êzidî xwest. Konferansê de axavtinên Rêberê Gelê Kurd Abdualh Ocalan li ser jinê hatin xwendin.

Konferans bi axaftinên rêveberiya Yekîtiya Star Henîfa Hesên berdewame.

(ekîp/ra)

ANHA