1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Yekemîn: Xwepêşandêran Teqand
Yekemîn: Xwepêşandêran Teqand,yekemîn,xwepêşandêran,teqand

Yekemîn: Xwepêşandêran Teqand

A+ A-

CIZÎRA BOTAN - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di danê êvarê de xwepêşanderên ku li taxên Nûr û Cûdî operasyonên dersînor ên artêşa Tirk a dagirker protesto dikirin, rastî êrîşa polêsan a bi bombeyên gazê hatin, piştre pevçûn derket.

Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê, bi hezaran kesên ku li baxçeyê Çayê kom bûn, êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî axa Herêma Federal a Kurdistanê şermezar kir. Li ser navê komê Endamê Meclîsa Bajêr a Sîlopiyê Jiyan Demîr, daxuyanî xwend û êrîşên artêşa dewleta AKP’ê yên derveyî sînor şermezar kir. Demîr, qetilkirina 7 welatiyên sivîl ên li navçeya Ranyayê ku ji aliyê balafirên Tirkiyeyê ve pêk hat jî şermezar kir. Piştî daxuyaniyê girse derket ser kolana Îpekê û meş pêk anî. Piştre li ser Kolana Îpekê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anî û rê li hatûçoyê girtin. Li ser vê çalakiyê polêsan bi bombeyên gazê û TOMA'yê êrîşî girseyê kir.

Hat zanîn ku li navçeya Cizîrê jî bi hezaran kesên ku li ber avahiya BDP'ê kom bûn bi heman armancê çalakî pêk anîn. Girseya ku heta kolana Hezexê meşiyan piştre heta avahiya AKP'ê meş pêk anîn. Polêsan destûr neda ku girse bimeşe ber avahiya AKP'ê. Girseya ku rastî astengiya polêsan hat xwest dîsa heta avahiya BDP'e bimeşe. Dema girse bi paşve vegeriyan, li 2 nokteyên cuda teqîn pêk hatin. Di teqînê de 6 polês birîndar bûn. Dema ku hê xwepêşandan berdewam dikirin, li dijî polêsan êrîşa çekdarî pêk hat. Di encama êrîşa çekdarî de 6 polêsên Tirk birîndar bûn. Pevçûnên ku zêdetir li derdora Taxa Nûrê diqewimîn, li gor demjimêra cihkî di demjimêr 00:10’yan de bi dawî bûn.