1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 'Yekemîn şehîda YPJ'ê Silava'
'Yekemîn şehîda YPJ'ê Silava',yekemîn,şehîda,ypj,ê,silava

'Yekemîn şehîda YPJ'ê Silava'

Silav bû yekemin şehîda YPJ'ê bi berxwedan û têkoşîna xwe navê wê di dîrokê de hat nivîsandin

A+ A-

OMER ÎKE

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li rojavayê Kurdistanê di meha tîrmehê de piştî şoreşa gel, di bin banê YPG'ê de rêxistina jinan YPJ hat avakirin û yekemîn şervana YPJ'ê Silava di pevçûnên gundê Basilê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê jiyana xwe ji dest da. Silav bû yekemin şehîda YPJ'ê bi berxwedan û têkoşîna xwe navê wê di dîrokê de hat nivîsandin.

Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ku di nava YPG'ê de li Rojavayê Kurdistanê bi nasnameya xwe ya xweser cih digire, di dawiya meha Gulanê de di şerên li Efrînê de şervaneke xwe wenda kir. Meryem Mihemed (Silava) di sala 1991'ê de li Efrînê ji dayik bû, bû yekem şervana YPJ'ê ya jiyana xwe ji dest da. Rêxistinbûyîna YPJ'ê ku bi konferansekê pêk hat, ji bo demokratîkbûyîna Sûriyê û Şoreşa Rojava, bûye temînatek. Çawa ku şoreşa azadiyê ya Rojava ya 19'ê Tîrmehê bi pêşengiya helwesta çalak û berxwedêr a jinên li refên YPJ'ê bi pêş ket, îro jî ji bo parastina gelê kurd, hemû gelên li Sûriyê û jinan, roleke girîng dileyze YPJ bû tevna jiyana azad ya Rojavayê Kurdistanê. Êdî her kes bi çîrokên destanî qala şervanên YPJ'ê dike.

Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ)

Di 23'yê sibata sala 2013'an de, yekemîn tabûra YPJ'ê ya Rojavayê Kurdistanê li Navçeya Cindrêsê ya Kantona Efrînê di bin navê tabûra Şehîd Rûken de, hat îlankirin. Di 8'ê Adara heman salê de jî li bajarê Qamişo tabûra bi navê tabûra Şehîd Edalet hat îlankirin. Paşê dîsa li Efrînê tabûreke din a bi navê Şehîd Rûken hat avakirin.

'Hêza gerîlayên jin li Kurdistanê birêxistin dibe'

Bingeha sîstema parastinê ya jinên Rojava xwe dispêre fikir û ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Jinên ku di têkoşîna rizgariya Kurdistanê de cîh girtin, di şoreşa Rojava de jî pêşengî kir û sîstema xweparastinê ava kir. Dîsa têkoşîn 40 salan a li Kurdistanê û berxwedana fedaiyane ya jinên kurd, îro bingeha berxwedana jinê ya li Rojavayê Kurdistanê ye. Artêşbûyîna gerîlayên jin a xweser ya li Kurdistanê birêxistin dibe, ji ber ku xwedî perspektîfa rizgariya hemû jinan e, ne tenê jinên kurd jinên tirk, erbe, çerkez hwd. ên li Rojhilata Navîn di nava xwe de vedihewîne û rizgariya wan ji xwe re dike hedef. Şervanên YPJ'ê bi lehengî û têkoşîna xwe bûn hêviya xelasbûna tevahî jinên Rojhilata Navîn.

Jina berxwedêr Silava

Piştî ku hêza YPJ'ê xwe li hemû bajarên herêmên Rojavayê Kurdistanê bi rêxistin kir, hêza xwe mezin kir, li eniyên pêş ên çeperên şer de cihê xwe girt. Li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kir û gelek bedel jî dan. Yekemîn şehîda YPJ'ê jî têkoşer Meryem Mihemed (Silava) ya ji Kantona Efrînê bû, ku di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Yekemîn şehîda YPJ'ê Silava di sala 1991'an li gundê Elendara ya navçeya Reco ya efrînê ji dayîk bûye. Navê bavê wê Selah, navê dayika wê jî Emîne ye. Silava li navçeya Recoyê mezin dibe. Keça malbateke welatparêz e. Silava xwendina xwe ya seretayî li bajarê Helebê bi dawî dike. Yekem perwerdehî di sala 2011'an de der barê têgîna parastina cewherî û rêxistina leşkerî dibîne û ji ber pêşketin û zîrekbûna wê di qada leşkerî û parastina giştî de weke fermadarekê tê erkdarkirin.

Silava tevlî konferansa damezirandina Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ku di 4'ê Nîsana 2013'an de hat li darxistin dibe û di konferansê de jî wekî Endama Meclîsa Leşkerî ya YPJ'ê tê hilbijartin. Silava yek ji şervanên yekemîn ku cihê xwe di nava tabûrên yekem ên YPJ'ê ya bi navê "Şehîd Rûken" de girt û weke fermandara tabûreke YPG'ê li navçeya Reco hate erkdarkirin. Silava, roja 28'ê Gulana 2013'an de li bajarê Efrînê li derdora Çiyayê Kurmêncê di encama şerekî bi komên çete re tevlî 4 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da.

Bi vê berxwedaniyê Silava, bû yekem şehîda YPJ'ê.

Cenazeyê Têkoşer Silava di roja pey şehadeta wê re bi tevlîbûn hezaran Kurdistaniyan li Goristan Şehîd Seydo ya çiyayê Qaziqli yê navçeya Cindirêsê bi merasîmeke leşkerî spartin axê. Piştî Slava ji her sê Kantonên Rojava bi hezaran jinên ciwan berê xwe dan nava refên yekîneyên parastina jin û niha ji bo parastina axa welatê xwe li ser rêya Slava dimeşin…

Êdî her kes qala çîroka Silava dike. Silava bû beşek ji dîroka Rojava bi berxwedan û têkoşîna xwe tê binav kirin.

(oî)


Bêjeyên Miftehî