'Yekitiya netewî ji bo me bi qasî nan û avê pêwîst e'
Welatiyên Wargeha Mexmûrê diyarkirin ku ew heta dawiyê piştgiriya banga KCK’ê ya ji bo pêkanîna kongreya netewî dikin û bang li hemû aliyên Kurd kirin ku xwedî li vê firsenda dîrokî derbikevin. Welatiyê binavê Hadî Pûsat got; "Di Rojhilata Navîn de gelê tifaq û yekbûnê çêneke ber bi tunebûnê ve diçe. Ji ber vê yekitiya netewî ji bo me wekî nan û avê pêwîste."
ROJNEWS/NÎHAT PÛSAT-MEHDÎ KARA/ MEXMÛR
Li Başûrê Kurdistanê her ku diçe piştgiriya ji bo banga Koma Civakên Kurdistanê (KCK) zêde dibe. Welatiyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji ajansa me re axivîn û piştgirî dan banga KCK'ê û diyar kirin ku pêwîste hemû partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê ji bo çêkirina kongreyekî netewî pêşwaziya banga KCK'ê bikin.
Endamê Dîwana Dadê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Hadî Pûsat (Akêtî) wiha got; "Bi salane hesretek ya gelê Kurd ji bo çêkirina kongreyekî netewî heye û tekoşina vê bi salan tê kirin. Di serî de Rêber Apo bangawazî kir û bingehê kongreya netewî danî. Bi salane gelê Kurd bi vê bendewarî dijî û hêviyên wan hene ji bo kongreyekî netewî. Di demek wiha de banga KCK'ê ya ji bo kongreya netewî û ji bo yekitiya Kurdan weke jiyanî gelek giringe. Ji ber ku li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê hêzên dagirker dixwazin me tune bikin, dixwazin me ji holê rakin. Sînorên me ji holê rakin, dixwazin ew destkeftiyên me yên di destê me de heyîn ji destê me derbixînin. Ji bo wê di vî demî de pêngava herî giring avakirina kongreyekî netewî ye."
Her wisa Pûsat wiha got; "Di Rojhilata Navîn de jinûve avakirina sînoran tê nîqaşkirin. Di Rojhilata Navîn de gelê tifaq û yekbûnê çêneke ber bi tunebû ve diçe. Ji ber vê yekitiya netewî ji bo me wekî nan û avê pêwîste. Ger divê demî de em kongreyekî netewî ava nekin, dibe carek din ev firsend nekeve destê me û bi salan paşvebikeve. Partî û kesayetên Başûrê Kurdistanê yên ku vê bangê giring û piştgiriya wê dikin em silav dikîn."
Her wiha dayîka binavê Sultan Yildiztan (Wan) li ser pêkanîna Kongreya Netewî da zanîn ku yekem riya serkeftina gelê Kurd di yekîtiyê deye û divê her partî û aliyên siyasiyên Kurdan xwedî li banga KCK’ê derbikevin û ji bo pêkanîna kongreyê bi lez bikevin nava tevgerê de. Yildiztan got: “Ez weke dayîka şehîdan heya dawî piştgiriya pêkanîna kongreya netewî dikim. Em banga KCK’ê destek dikin û heya dawî ji li piştin. Em hêvîdarin ku di demekê kurt de kongreya netewî were pêkanîn. Heya Kurd nebine yek, tiştekê ji bo Kurdan dernakeve holê. Ger yekîtiya me nebe em bi ser nakevin, yekîtiya me nebe wê hertim şer û her tim wê êş û jan xwe li gelê Kurd bigire. Ji ber vê riya herî baş ewe ku hemû aliyên Kurdan li hev bên û yekîtiya xwe saz bikin ku hem di hindir de û hem ji derveyê welat emê bibin xwedî hêzekê xurt di nava arenaya siyasî cîhanê de.”
Li ser rola jinê ji bo pêkhatina kongreya netewiya Sultan Yildiztan got: “Ji destpêkê heya niha rolê jina Kurd di her şoreş û di her berxwedanekê yên Kurdan de xwe dayiye nîşandan. Yên herî zêde fedekarî ji bo azadiya Kurdistanê kirine jinên Kurdin. Îro jina Kurd xwe îspat kiriye ku di şer de be, çi di bajaran de be û çi di serhildan û meş de be xwedî li rastiya xwe derketiye. Her tim jin di pêş deye û xwedî li rastiya Kurdistanê derketiye.”
Endamê Desteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Mexmûr Bêwar Ûnver wiha got; "Tişta herî pêwîst ji bo gelê Kurd kongreya netewî ye. Ev bang beriya niha ji aliyê Rêber Apo ve hatibû kirin. Her wiha Konseya Rêvebir a KCK'ê ji bo çêkirina kongreya netewî bang li hemû alî û partiyên Kurdistanê kir. Di salên derbasbûyî de çêkirina kongreya netewî heya cihekê berdewam kir û piştre ji ber hinek pirsgirêkan xebat hatin sekinandin. Niha bi taybet ev bang ji bo tevayî raya giştî û netewa Kurd giringiyek ya xwe heye. Di Rojhilata Navîn de dewletên hegemonîk dixwazin şerê cihanê yê sêyemin bidin destpêkirin. Bitaybet bingehê vê şerê niha dixwazin li Kurdistanê danîn. Ji bo wê çima gelê Kurd di demekî wiha de ku derfet hene kongreya netewî ava nekin? Çima gelê Kurd vê firseta dîrokî na nirxînin? Ya giring pêwîste hemû partî, rêxistin û saziyên Kurd vê banga KCK'ê binirxînin kongreyrkî netewî çêbikin. "
Bêwar Ûnver wiha got; "Di vê dema herî dijwar de em yekitiyê çênekîn wê kes û aliyên li gorî berjewendiyên şexsî wê winda bikin. Kongereya netewî dema hat lidarxistin wê asta netewiya Kurd xurtir bike li beramberî hemû hêzên dijî Kurdan. Ev erk û mîsyona her ferdekî netewa Kurde. Pêwîste hemû rojnameger, siyasetmedar, rewşenbîrên gelê Kurd vê banga KCK'ê bilav bikin û giringiya wê bînin ziman. Pêwîste ciwanên Kurd rolekî diyarker bileyzin."
Jina ciwan ya binavê Avabûn Bîlen li ser heman mijarê wiha peyîvî; “Banga KCK’ê ya ji bo aliyên siyasî kirin ku pêşniyara kongreya neteweyî di demekê nêzîk de were çêkirin, gelek erênî dibinim û divê hemû aliyên siyasî yên Kurd xwedî li vê bangê xwedî derbikevin. Ji ber ku niha gelê Kurd di rewşekê pir giring re derbas dibin, hem di asta netewî de û hem ji di asta navnetewî de gelê Kurd kariye xwedî li heyîn û rûmeta xwe derbikeve. Ji ber vê çendê ji pêkanîna kongreya neteweyî wê bibe bingehekê yekbûna Kurdan. Wê bibe sedem gelê Kurd di asta cîhanê de bibe xwedî rol û mîsyon. Ger kongreya netewî neyê lidarxistin wê firsendekê mezin ya dirokî were windakirin.”
Di dawiya axaftina xwe de Avabûn Bilen bal kişande ser hêz û rola jinê di pêşengiya têkoşîn û berxwedanê de û ax got: “Di berxwedana li Kobanê, Şengalê û li Bakûrê Kurdistanê de serbilindî û îradeya jina Kurd wisan kiriye gelê Kurd hin zêdetir nêzî azadiyê bibe. Dîrok her wiha dide nîşandan ku jina Kurd xwediyê qîmetekê pir mezine. Li ser van rastiyane divê rolê jina Kurd di kongreya neteweyî de baş were dîtin û were piştgirî kirin, pêwiste jin disa wekî pêşeng werin dîtin û cardîn pêşengtiya kongreya neteweyî bikin. Ji ber ku ev kongreya netewî wê bibe sedema yekbûna gelê Kurd, her wiha wê bibe sedem ku Kurd bigihin xweserî û armancên xwe.”
