1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Yekitiya Ziman a Neteweyî'
'Yekitiya Ziman a Neteweyî',yekitiya,ziman,a,neteweyî

'Yekitiya Ziman a Neteweyî'

A+ A-

Li Amedê bi munasebeta 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di navbera 13-22'yê gulanê de meş, penel û resepsiyon dê bên lidarxistin. Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Burhan Zorooglu, destnîşan kir ku dê bi alfabeya Celadet Elî Bedirxan bersiv bidin derdorên dibêjin "Kurdî tuneye, kurdî nabe zimanê nivîse."

15'ê Gulanê ku roja destpêka weşana Kovara Hewar a kurdî ya di sala 1932'an de ji aliyê Celadet Elî Bedîrxan ve hatibû derxistin , wekî Cejna Zimanê Kurdî hatiye îlankirin. Li Amedê bi munasebeta 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî dê di navbera 13-22'yê gulanê de meş, penel û resepsiyon dê bên lidarxistin. Di hemû bernameyan de dê balê bikişînin ser pêkutî û asîmilasyona li ser kurdî. Her wiha daxwazên perwerdehiya zimanê zikmakî jî dê bên bilêvkirin. Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Burhan Zorooglu, der barê çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de agahî da û destnîşan kir ku dê bi alfabeya Celadet Elî Bedirxan bersiv bidin derdorên dibêjin "Kurdî tuneye, kurdî nabe zimanê nivîse." bidin.

'Ziman ruha gel e'

Zorooglu, di berdewamê de balkişand ser berxwedana Ferhat Kurtay a di warê kurdî de û wiha axivî: "Di tarîtiya 12'ê Îlonê de di Girtîgeha Amedê de berxwedema Ferhat Kurtay ya di warê kurdî de rêya me ronî dike." Zorooglu, anî ziman ku di rûpela pêşiyê ya yekemîn hejmara Kovara Hewar de hatiye gotin "Hewar dengê zanîstê ye. Zanyarîjî xwe naskirine. Hewara me jî naskirina zimanê me ye." hatiye nivîsandin û wiha pêde çû: "Ruha gelekî zimanê wî ye. Ziman tiştekî zindiye. Eger nebe zimanê perwerdehiyê wê demê dê bimire. Gelê kurd dixwaze zimanê wî bibe zimanê perwerdehiyê. Em di çalakiyên xwe de dê vê yekê bi dengek bilind biqêrin.

Zorooglu, hemû kes dawetî meşa ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî kir. Meş di 15'ê gulanê de ji ber Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin destpê bike û heta Sumer Parkê wê bidome.

Bernameya Cejna Zimanê Kurdî wiha ye:

" *13' gulanê, resepsiyon de bê dayîn

* 15'ê gulanê meşa girseyî dê bê lidarxistin. Piştî meşê bi zarokên ku di hin malên piştgiriya perwerdehiyê de dersa kurdî ditine re bernaya ziman dê bê lidarxistin.

* Dê pankartên 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li nava bajar bên dalikandin.

* Dê ji zarokên ku bi hinceta tevli çalakiyan bûne hatine girtin re qartên 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bên şandin.

* Di navbera 17-22'ê gulanê de dê têkildarî ziman penel bên lidarxistin.

DÎHA (lg/mae)


Bêjeyên Miftehî