1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Yekîtiya Mamostayan Şaxa Helebce biryara boykota giştî da
Yekîtiya Mamostayan Şaxa Helebce biryara boykota giştî da,yekîtiya,mamostayan,şaxa,helebce,biryara,boykota,giştî,da

Yekîtiya Mamostayan Şaxa Helebce biryara boykota giştî da

A+ A-

ŞIRAM HEWRAMÎ/ HELEBCE

Îro li ser biryara Yekîtiya Mamostayan Şaxa Helebce, deriyê dibistanên bajarê Helebce û navçeyên Seyîdsadiq, Şarezûr û Pêncûwên ên Silêmaniyê nehatin vekirin. Her wiha mamosta jî neçûn ser kar.

Yek ji mamostayên dibistanên navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê Aras Mihemed ku ji RojNews re axivî, wiha got; “Li ser biryara Yekîtiya Mamostayan Şaxa Helebce ji îro da me dest bi boykota dewamê kir û me dergehên dibistanan daxistin. Ev jî ji ber bêxemiya hikûmetê ya li hemberî daxwazên mamosta û karmenda ye.”

Mamosta Aras Mihemed dewama axaftina xwe de wiha peyîvî; “Her wiha me mamostayên Helebce û navçeyên Şarezûr, Seyîdsadiq û Pêncûwên biryar da ku heya mûçeyên xwe wernegirin, em ê neçin ser kar. Ger ji bo mehên pêştir biryara nîvmûçe bê dayîn, wê helwestên me yên li hemberî vê hîn hişktir bin.”

Di dawiyê de Aras Mihemed wiha axivî; “Ji neçarî me biryara boykota giştî ya dewamê daye. Ji ber zêdetirê mamostayên herêma Helebce û navçeyên din hatinçûnê dikin. Ger mehane mûçeyên xwe wernegirin, nikarin hatinçûnê bikin, ti jêderek din ê mamosta bikaribin jê pere bigirin, an debara xwe li ser bikin nîne. Yekane mûçeyê ku mehane werdigirine. Dema ev jî neyê dayîn, rewşa mamostayan pir dikeve zehmetiyê.”

(sk)