1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Yekîtiya Star 2 komînên xweser ava kirin
Yekîtiya Star 2 komînên xweser ava kirin,yekîtiya,star,2,komînên,xweser,ava,kirin

Yekîtiya Star 2 komînên xweser ava kirin

A+ A-

QAMIŞLO - Li bajarê Qamişlo Yekîtiya Star 2 komînên xweser ên taybet bi jinan ava kirin.

Bi armanca birêxistinkirina jinan, Yekîtiya Star ev bêtirî mehekê ye,li bajarê Qamişlo dest bi avakirina komînên xweser ên taybet bi jinan kiriye.

Di vê çarçoveyê de duh li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo Yekîtiya Star di civînekê de ku bi dehan jinên taxê têde amade bûn de du komînên xweser ên taybet bi jinan bi navê Şehîd Rûken û Şehîd Şîlan ava kirin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre Endama Yekîtiya Star Xaliya Mehmûd bal kişand ser girîngiya birêxistin kirina jinan û diyar kir ku divê jin di avakirina civaka xwezayî de bi rola xwe ya sereke rabe.

Xaliya Mehmûd destnîşan kir ku ji bo jin xwe bi xwe birêve bibin, rêxistin xwe ava bikin û bikaribin pirgirêkên xwe çareser bikin, pêwîstî bi avakirin komînên xweseryên jinan hene.

Piştre rêveberên herdu komînên Şehîd Rûken û Şehîd Şîlan hatin hilbijartin. Her wiha komîteyên Perwerde, Civakî, Lihevanîn, Aborî û Parastin hatin avakirin.

Civîn bi durişmeyan bi dawî bû.

(ra/jh)