1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Yewnanîstan li hemberî zextên Eurogroup li ber xwe dide
Yewnanîstan li hemberî zextên Eurogroup li ber xwe dide,yewnanîstan,li,hemberî,zextên,eurogroup,li,ber,xwe,dide

Yewnanîstan li hemberî zextên Eurogroup li ber xwe dide

Di hevdîtinên li Brukselê yên di navbera Yewnanîstan û wezîrên maliyeyê yên herêma Euro de duh jî ti encam derneket

A+ A-

Bruksel - Anf Di hevdîtinên li Brukselê yên di navbera Yewnanîstan û wezîrên maliyeyê yên herêma Euro de duh jî ti encam derneket. Hikûmeta Yewnanîstan da xuyakirin ku pêşniyara Eurogroupê di kêliya dawî de kir pêwendiya xwe bi pêşnûmeya hefteya derbasbûyî li ser li hev kiribûn, nîne. Wezîrê Maliyeyê ragihand ku di nava du rojên pêş de dibe ku çareserî were peydakirin.

Tê gotin ku helwesta Serokê Eurgroup Jeroen Dijsselbloem bûye sedem ku hevdîtinên navbera Wezîrên Maliyeyê yên Herêma Euro (Eurgroup) û Yewnanîstanê de bê encam bimîne. Li gorî agahiyên ji heyeta Yewnanîstanê hatin wergirtin, pêşnûmeya çareseriyê ya Dijsselbloem duh pêşkêşî Yewnanîstanê kir û pêşnûmeya hefteya derbasbûyî li ser li hev hat kirin, weke hev nînin.

Eurgroup ferz kir ku heta bi Yewnanîstanê re lihevkirineke nû û misoger bê destnîşankirin wê di 6 mehên pêş de bername û reformên alîkariyê yên heyî dewam bikin. Ev rewş ji aliyê heyeta Yewnanîstanê ya bi serokatiya Wezîrê Maliyeyê Yanîs Varûfakîs ve nehat qebûlkirin. Hikûmeta bi pêşengiya Syrîza, dewamkirina beşek ji reformên di çarçoveya bernameyên alîkariyê yên hikûmetên eriya wê û YE, Bankaya Navendî ya Ewropayê (ECB) û Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) li ser li hev kriibûn, red dike.

'GOK ÊDÎ LI BER LINGÊ YEWNANÎSTANÊ YE'

Tê gotin ku Herêma Euro, pêşniyara dewamkirina bernameya kevin bi 6 mehên pêş re, ku weke formula navberê pêşkêşî Yewananîstanê dike, cih li hikûmeta Syrîza teng bike. Wezîrê Maliyeyê yê Awûstûrya Hans Jorg Schelling piştî civîna bilind daxuyaniyek da û got, "Gok êdî li ber lingê Yewnanîstanê ye."

Schelling, hikûmeta Syrîza bi meşandina polîtîkaya 'li gorî hilbijartinê' sûcdar kir û got, "Pêwîste hikûmeta nû ji moda kampanya hilbijartinê derkeve û li gorî realîteyê tevbigere."

VARÛFAKÎS: WÊ DI NAVA 48 SAETAN DE ÇARESERÎ BÊ DÎTIN

Wezîrê Maliyeyê yê Yewnanîstanê Yanîs Varûfakîs piştî hevdîtinên duh ên bê encam man daxuyaniyek da û got, "Di nava 48 saetên dawî de hêvîdarim em ê bi Herêma Euro re li hev bikin." Varûfakîs di konferanseke çapemeniyê de got, "Ez bawerim wê Ewropa di nava 48 saetên pêş de pêşnûmeyeke nû pêşkêşî me bike û ji bo peymaneke nû bikeve meriyetê em ê dest bi xebatên 'cidî' bikin."