1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. YJA STAR: Em ê tola jinên Êzidî hilînin
YJA STAR: Em ê tola jinên Êzidî hilînin,yja,star,em,ê,tola,jinên,êzidî,hilînin

YJA STAR: Em ê tola jinên Êzidî hilînin

A+ A-

BEHDÎNAN/ANF 22.12.2014 12:55:54 Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR'ê destnîşan kir, ku ew ê li Şengalê derba mirinê li faşîzma DAIŞ'ê bixin û tola jinên Êzidî hilînin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR'ê der barê Operasyona Azadkirina Şengalê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Fermandariyê got, "Di demeke ku berxwedana me ya dîrokî ya Kobanê ya li dijî faşîzma DAIŞ'ê bandor li tevahiya cîhanê kiriye de, 'Operasyona Azadkirina Şengalê' ya gerîlayên me HPG-YJA STAR û şervanên YPG/YPJ'ê û YBŞ ên bi hev re dane destpêkirin, bi serketinên mezin bi pêş ve diçe. Derbeke stratejîk li faşîzma DAIŞ'ê ya ji bo tevahiya mirovên li Rojhilata Navîn veguheriyeke gefeke mezin, hatiye xistin."

'EM PÊNGAVA AZADKIRINA ŞENGALÊ SILAV DIKIN'

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR'ê, serketina mezin a hêzên gerîla, ruhê berxwedan û azadiyê pîrozk ir û pêngava azadkirina Şengalê silav kir. Fermandariyê diyar kir ku ew li pêşberî cangoriyên şev û roj li dijî êrîşên DAIŞ'ê di çeperan de li ber xwe dan, mînakên lehengî, cesaret û jiyana bi rûmet nîşan dan, bejan xwe bi rêzdarî ditewînin.

YJA STAR'ê di daxuyaniya xwe de bibîr xist ku piştî faşîzma DAIŞ'ê ya di 3'ê Tebaxê de li hemberî gelê Şengalê bi komkujiyê da destpêkirin, trajediyeke mezin hatiye jiyîn, Şengal hatiye valakirin û bi sedan jinên Êzidî hatine revandin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li dijî êrîşên DAIŞ'ê, gerîlayên me yên HPG/YJA STAR'ê, şervanên YPG/YPJ'ê û hêzên YBŞ'ê ji roja destpêkê ve berxwedaneke mezin nîşan dan û ev berxwedan ji bo civaka me ya Êzidî ya li çiyayê Şengalê bûye yekane çavkaniya hêvî û jiyanê. Zêdeyî pênc meh in hêzên me yên gerîla, li Çiyayê Şengalê di bin dorpêçiyê de, li gel şert û mercên ji bo parastina xaka me ya pîroz û gelê me, bi ruhekî mezin ê berxwedêr û azadiyê, bi taktîkên afirîner ên gerîla li hemberî DAIŞ'ê di nava berxwedaneke mezin de ne."

YJA STAR Û YPJ'Ê ROLEKE AKTÎF LÎSTIN

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gerîlayên YJA STAR û hêzên YPJ'ê yên ji destpêkê ve li refên herî pêş ên berxwedanê cih girtin, di 'Operasyona Azadkirina Şengalê' de jî roleke çalak lîstine û hat gotin, "Li hemberî nûnerê sîstema serdestiya mêr DAIŞ'ê ku bi komkujiyên xwe yên di kesayetiya jinên Êzidî de li hemberî tevahiya jinên Rojhilata Navîn pêk aniye tê kirin, berxwedana herî mezin yekîneyên me YJA STAR û YPJ'ê nîşan dane. Ji ber v'ê yekê YJA STAR û YPJ ên di berxwedana li dijî DAIŞ'ê de weke "Jinên şervan" derketin pêş û destanên mezin nivîsandin, bala tevahiya cîhanê kişandine. YJA STAR û YPJ ku di sedsala 21'an de bûne mezintirîn hêza berxwedanê ya jinê, ji bo tevahiya jinan bûne çavkaniya azadî û moralê ya herî mezin. Vê berxwedana mezin a jinê, rê li ber teqîneke muezzem a azadiyê vekiriye. Artêşbûyîna me ya jinê, şervaniya jinê êdî ji bo gelê me veguheriye çavkaniya hezkirin, hurmet û rûmetê, ji bo tevahiya mirovahiyê jî bûye çavkaniya rûmetê. Sekna aktîf, bi îdîa, wêrek û berxwedêr a gerîlayên me yên YJA STAR û hêzên YPJ'ê yên li Şengalê nîşan dan, ne tenê li Şengalê li her deverê wê DAIŞ'ê têk bibe."

'EM Ê DERBA MIRINÊ LI FAŞÎZMA DAIŞ'Ê BIXIN'

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR'ê, ji ber sekna têkoşer û serketinên mezin ên gerîlayên YJA STAR û hêzên YPJ'ê yên di 'Operasyona Azadkirina Şengalê' de nîşan dan, ew pîroz kir û got, "Weke YJA STAR em soz didin ku di kesayetiya jinên Êzidî de em ê hemû jinan û gelê xwe li hemberî her şêwe êrîşan biparêzin, li ser vê bingehê wezîfe û berpirsyariyên xwe bi awayê herî xurt û çalak bicih bînin.

Em ê li Şengalê derba kuştinê li faşîlzma DAIŞ'ê bixin û tola mezin a jinên Êzidî hilînin. Em bang li gelên xwe û hemû jinan dikin ku bi cihgirtina li nava refên YJA STAR û YPJ'ê re, di xeta rêhevalên me Şehîd Binevş Agal, Xanî Sîpan, Binevş Cûdî, Evrîm, Viyan, Jiyanda û Armanc, tevlî berxwedanê bibin. Em bang li civaka xwe ya Êzidî dikin ku di ji nû ve avakirina Şengalê ya li ser bingeha azadiyê de cih bigirin, berxwedana Şengalê bi serketinên mezin tacîdar bike û têkoşîn û berxwedana me ya mezin veguherîne destketiyên demokratîk."